Serokê Karên Olî yê Kibrisê Atalay hat binçavkirin

AMED - Serokê Karên Olî yê Kibrisê Prof. Dr. Talip Atalay, li Amedê hat binçavkirin.

Serokê Karên Olî yê Kibris Prof. Dr. Talip Atalay, dema ji bo hevalên xwe yên Fakulteya Îlahiyetê yê Zanîngeha Dicle hat Amedê hat binçavkirin. Hat zanîn ku Atalay, di çarçoveya oprasyona Cemaeta Fethullah Gulen ya ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Mêrsînê de 3 roj berê hat binçavkirin. Atal, piştî hat binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Amedê.