BEDLÎS – Zarokê 5 salî M.O. ku polîsan li Xîzanê ew bi maşina zirxî birîndar kir 3 roj e di komayê de tê dermankirin.
Polîsan di 7'ê Tîrmehê de li navçeya Xîzanê ya Bedlisê bi maşîna Ford Connectê li zarokê 5 salî M.O., xistin û ew bi giranî birîndar kirin. M.O. yê bi girani birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. M.O. piştre sewqî Navenda Tipê ya Dursun Odabaşî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya Wanê kirin. Hat zanîn ku M. O. hêj di komayê de ye.