Xerakirina li Sûrê didome

AMED - Xerakirina malên li taxên Alipaşa û Lalebey yên navçeya Sûrê didomin.

Li taxên Alîpaşa û Lalebey yên navçeya Sûrê di çarçoveya projeya "Veguhestina Bajarvaniyê" de xerakirina malan didome. Di saetên serê sibê de disa kepçe û kamyon ketin nava taxê û molozên di xerakirinê de bar kirin. Yekîneyên şaredariyê jî li taxê malên ku bên xerakirin tespît kirin. Yekîneyan ji welatiyan xwest ku xaniyên bên xerakirin vala bike. Welatiyan jî bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew xaniyên xwe vala nakin. Dema maşîneyên xerakirinê ketin taxê û yekîneyên şaredariyê li taxê geriyan polîs jî bi maşînê zirxî ketin taxê.