Siyasetmedar Vedat Aydin hat bibîranîn

AMED – Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin di 26'în salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Rêxistina HDP’ê ya Amedê, ji bo Serokê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ê ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de hat revandin û bi îşkenceyê hat qetilkirin li ser gora wî bernameya bibîranînê li darxist. Di bîranaîna li Goristana Deriyê Merdiyê pêk hat de parlamenterên HDP’ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp û Ziya Pîr û rêveberên HDP û DBP’ê amade bûn. Piştî rêzgirtinê parlamenter Pîr axivî. Pîr di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em bextewarin ku têkoşîna hevrêyên mîna Vedat Aydin didin meşandin û di nav vê têkoşînê de cih digirin. Em ê têkoşîna wan bêtir mezintir bikin. Di salên 90’î de di şexsê Vedat Aydin û hevalên wî de siyasetmedarên kurd bê daraz hatin înfazkirin. Îro jî dewlet siyasetmedarên kurd bi awayekî bêdaraz digire û diavêje zîndanan. Pirsgirêka kurd bi qetilkirin û girtinê nayê çareserkirin.”

Piştî axaftinê komê qurnefîl danîn ser gora Aydin û fatîha xwendin.