ŞIRNEX - Zarokên bi pankarta "Mijar ne tabela ye, mijar rûmet e, bila Şirnex wek bajar bimîne' dest bi meşê kirin, polîsan ew rawestandin.
Sala çûyî li Şirnexê qedexeya derketina derve hat îlankirin, di qedexeya 8 mehan de sedî 70 bajêr hat rûxandin. Piştî rûxandinê, dewlet niha dixwaze Şirnexê ji statuya bajariyê derxe, welatiyên şirnexî bi pankarên "Bila Şirnex wekî bajar bîmîne" li ser dikanên xwe daliqandin. Herî dawî zarokan jî piştgirî da vê kampanyayê û bi pankarta "Mijar ne tabela ye, mijar rûmet e, bila Şirnex wek bajar bimîne" li taxê dest bi meşê kirin, lê maşînên Ford Ranger pêşî li zarokan girt û nehiştin ew bimeşin.