NAVENDA NÛÇEYAN - Doza ku Kazim Kizil û 24 kes bi hev re tên darizandin de alozî derket. Zafer Yoruk ê dadgeh dişopand bi hinceta "Bi telefonê leyîstiye" hat binçavkirin.
Doza derhêner Kazim Kizil, 6 xwendekarên girtî û bi giştî 24 kes tên darizandin dest pê kir. Kesên di 16'ê Nîsanê de derketibûn kolanan û encamên referandumê şermezar kiribû hatibûn, ji wan 6 kes hatibûn girtin. Doza wan 2 saetan dereng dest pê kir. Parêzerên ku parastina xwendevanan kir, dan zanîn ku dîmenên wê rojê hatine kişandin, ji hêla kî/ê ve hatiye kişandin ne diyar e û ji biryarê re itiraz kirin.
Di dema rûniştinê de bi hinceta "Bi telefonê leyîstiye" dest danîn ser telefona Zafer Yoruk. Li ser vê yekê di salona dadgehê de alozî derket. Parêzeran bertek nîşanê vê rewşê da û gotin ku "Kes nikare dest dayne ser telefonê, dê ev rûniştin neqede."
Hat gotin ku telefona Yoruk şandine dozgeriyê dê lêkolîna wê bê kirin. Di vê navberê de Zafer Yoruk nerazîbûn da nîşan, li ser nerazîbûna Yoruk, ew girtin ji salonê avêtin û kirin bin çavan.