AMED - Rûniştina doza kuştina 4 ciwanên ku polîsan li Geverê ji maşîna zirxî ew gulebaran kirin û kuştin hat dîtin. Derket holê ku dîmenên di dema kuştina ciwanan de hatine kişandin di dosyayê de tune ye.
Yekemîn rûniştina doza kuştina 4 ciwanên ku polîsan li Geverê ji maşîna zirxî ew gulebaran kirin û kuştin li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di 8'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Geverê polîsan li ser kolana Cengiz Topelê ji maşîna zirxî gule reşandibûn û Serhat Buldan, Rahmi Safhali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen hatibûn kutin. 2 ciwan jî birîndar bûbûn. Der barê polîs Îlyas Mekiklî de bi îdîaya "Bi qeza bûye sedema kutinê" û "ewlehiyê" doz hatibû vekirin. Doz neqlî dadgeha Amedê hat kirin û rûniştina dozê li Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de polîsê bersûc Mekîklî, ji Girtîgeha Tîpa T a Erzincanê bi riya SEGBÎS'ê amade bû. Dîsa xizmên kuştiyan û parêzerên wan amade bûn. Piştî tespîta nasnameyan parastin hat kirin.
POLÎS: QUSÛRA MIN TUNE
Polîsê berûc parastin kir û diyar kir ku wî pêl li tekîk nekiriye û tu qusûra min tune. Polîs wiha got: "Maşînê Kobra quleya wan her dem arize dida. Her dem arîze dida. Ez xemgîn im."
Mekikli, anî ziman ku ji bo maşînê bixebitîne 25-30 roj berê 3 rojan perwerdehiya maşînê dît û wiha got: "Di şertên asayî de divê çek ji teqînê re ne amade be. Divê gule ne li ber tetîk be. Lê ji ber şertên geverê gule her dem di devê lûleyê de amadebû." Mekiklî sûcê der barê xwe de qebûl nekir û wiha got: "Beriya çek guleyan biteqîne maşînê bi hişk pê li firinê kir. Ez ne bawerim bi zanebûn wisa kiriye.
Bavê Serhat Buldan Mehmet Hasan Buldan, Bavê Necdet Îşozu Sabri Îşozu û Şemsettin Çakmakçi yê di bûyerê de birîndar bû jî xwest kujer bên darizandin û cezakirin.
Mamê Aydin Tumen ê hat kuştin Ahmet Tumen jî anî ziman ku ew dozdar e û wiha got: "Ez şahidê bûyerê me. Maşine bê navber li kolana sereke tûr diavêt. Bi zanebûn gule barand û xizmên min kuştin. 5 metre derbas bû vê carê aliyê dikana min gulebaran kir. Ger ku şaşî bûya dê çawa 5 metre şûnde dîsa li dikana min vegeriya û gulebaran kiribûya. "
DÎMEN TEV LI DOSYAYÊ NEKIRINE
Serokê Baroya Colemêrgê Serdar Işik, jî anî ziman ku bersûc îfadeyê rast nade û li cihê bûyerê lêkolîn li gorî hiqûqê nehatiye kirin. Işik, anî ziman ku dîmen û delîlên cihê bûyerê tev li dosyayê nekirine û delîl hatine reşkirin û wiha got: "Li gorî me dosger walî û heyeta dadgehê dixwazin ser vê bûyerê bigirin û dosyayê ji holê rakin. Dîsa li gel ku şahidê bûyerê hene jî îfadeya wan nehatiye girtin."
Prz. Davut Uzunkopru jî anî ziman ku maşina zirxî piştî gule reşand demek şûnde dubare gule reşand û ev nîşan dideku ne ji ber arîzeyê ye ûi wiha got: "Dozger bêyî dîmenên MOBESE, kamerayên maşînê û delîlên cihê bûyerê lêkolîn bike ji qezayê doz vekiriye. Ev ne li gorî hiqûqê ye. Em dixwazin li polîsên din ên di maşînê de jî doz bê vekirin.
Prz. Harika Gunay Karataş jî anî ziman ku doz sewqi Amedê kirine û armanca vê yekê parastina polîsan e.
Prz. Îbrahim Aytekin jî anî ziman ku hemû delîlên sûc nehatine komkirin û wiha got: "Dosyayên di maşîneyê de û qeydên bêtêlê yên maşînê kom nekirine û nexistine dosyaya dozê. Ev nîşan dide ku bersûc bi zanebûn û xwestek sûc kiriye. Divê dozger ji "Bi zanebûn û bi armanc mirov kuştiye" dozê veke û îdîanameyê ji nûve amade bike.
Dozger jî xwest bersûc girtî bê darizandin û doz taloq bibe.
Heyeta dadgehê jî biryar da ku bersûc girtî bê darizandin û xwest nivîs ji midûrê polîsan ê Geverê re bê şandin da ku delîlan kom bike. Dadger xwest ji bo ji nuve rapor bê nivîsandin kesên zane bên tayînkirin.