ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, bertek nîşanî gotina Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan a ji bo Demirtaş gotibû "Ew terorîst e" da û wiha got: "Gotina terorist a ji bo vîna 6.5 milyon mirovan, nezanîna hedê xwe ye. Hat îspatkirin ku fermandê dide darazê.
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, ji ber ku Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş re got "Ew terorîs te" li Navenda Giştî civina çapemeniyê pêk anî. Baydemîr, geşedanên di rojevê de nirxand û bertek nîşanî Erdogan da û got ew nezanîna hedê xwe ye. Baydemîr, berî her tiştî kuştina Vedat Aydin bibîr xist û diyar kir ku wî li dijî rojên tarî bi cesaret di ber xwe da. Baydemîr, anî ziman ku hebûna HDP'ê û meşa 6 milyon mirovan a li HDP'ê encama têkoşîna Vedat Aydin e. Baydemîr, bal kişand ser komkujiya li Enqereyê jî û wiha got: "Em carek din kesên li Enqereyê hatin kuştin bibîr tînin. Em dizanin li pişt vê komkujiyê hêza siyasî heye û wan ji sûc pak dikin. Em dê ji bo wan jî tê bikoşin. Baydemir, têkildarî çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça jî anî ziman ku bi awayekî neheq nanê wan û keda wan ji destê wan hatiye girtin û dê ji bo wan jî têbikoşin.
'EM QAT BI QAT ÎADEYÎ ERDOGAN DIKIN'
Baydemîr bertek nîşanî gotina Serokomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan jî da û wiha got: "Gotina li dijî Hevserokê me Selahattin Demirtaş a "terorist" êrîşa vîna 6 milyon mirovan e. Erdogan bi sifata Serokê AKP'ê li Hamburgê êrîşî Demîrtaş kiriye. Em van gotinê wî duwat îadeyî wî dikin. Sucdarkirina vîna 6,5 milyon mirov a wekî "Terorîst" hedê xwe nezanîn e. Ev di heman demê de hikumkirina darazê ye. Ger ku îro Selahattin Demirtaş girtî be, nîşan dide ku hiqûq bûye tîr û kevanê partiyek siyasî. Demîrtaş 8 mehin dîl hatiye girtin. Dadgehên Enqereyê 8 mehin dixwaze dosyayên Amedê û Kobanê bikin yek. Pir zelal aşkere bû ku Demîrtaş, bi fermana Erdogan hatiye girtin. Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan bi xwe fermandê dide darazê. Em dibînin ku hiqûq ketiye fermana îktîdara siyasî. Bi vê yekê hatiye îspatkirin ku hemû rêyên hiqûqa hundir ên Tirkiye xetimîne. Serokê AKP'ê Erdogan bi vê gotina xwe gefan li AYM û dadgeran dixwe. Îro MYK me serlêdana sûc kirin. Disa me amadekariyên doza tasmînatê kirin. Îro 166 rojnameger girtî ne. Parazvanên mafên mirovan hatin binçavkirin. Ev feraset faşizma herî mezin e. "
Baydemîr bal kişand ser gunertina rêziknameya navxweşî jî û wiha got: "Bi guhertina rêziknameya navxweyî dixwazin hemû hêzên meclîsê yên muxalif bê tesîr û bêdeng bikin.Daxwaza edaletê di heman demê de daxwaza me ye jî. Em êrîşa li dijî jina Sûriyeyî Emanî jî şermezar dikin."