NAVENDA NÛÇEYAN - 2 zarokên ji Amedê yên li Bursayê di "qezaya trafîkê" de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê wan şandin Amedê.
Di bin navê şahiya Diyanetê de 91 xwendekar ji Amedê birin Bursayê, xwendekarên bi 3 mamosteyên xwe re li Balafirgeha Sebîha Gokçenê peya bûn. Xwendekarên ji wir ber bi Bursayê ve bi otobûsê ketin rê, li ser rêya Gebze-Orhangazî-Îzmîrê medê zarokan bi hev ket. Li gorî îdiayan li noqteyeke nêzî Gemlîkê maşîne hat rawestandin û li kêleka rê zarokan bêhna xwe distand.
Dema xwendekar ji otobûsan peya bûn, li kêleka rê bêhna xwe distandin, kamyoneta li pey wan dihat, li xwendekaran xist. Di qezayê de hat gotin ku Edanur Yildiz (13) û Semanur Tekînhatun (13) jiyana xwe ji dest dan.
Malbatên agahiya mirina zarokên xwe bihîstin ber bi Bursayê ve ketin rê. Malbatan xwe di saetên sibehê de gihand Bursyê û ji morgê cenazeyên zarokên xwe girtin û anîn Amedê.