ŞEHBA - Leşkerên TSK'ê li ser sînor herêma Şehba topbaran kir û di topbaranê de 2 sivîl hatin kuştin. 2 jê zarok 5 sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Hawar (ANHA) yê, di topbarana leşkerên TSK'ê ya herêma Şahbayê de 2 sivîl hatin kuştin û 2 jê zarok 5 sivîl jî birîndar bûn. Leşkeran herêma gundê Şêx Îsa, Herbel û Til Rifetê bombe kir. Di topbaranê de 2 sivîl hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avirîn a Efrînê û tedawiya wan tê kirin. Di topbaranê de Ehmed Sekran, Elî Bedran û zarok Omer Emar Sekran birîndar bûn. 2 birîndarên din ku niha di odeya emeliyatê de ne û rewşa wan xerab e, navên wan nehate zanîn. Li Bajaroka Til Rifet Emar Sekran (36) ê şêniyên Til Rifet û Mihemed Xêr Necîb (34) jiyana xwe ji dest dan. Kesên jiyana xwe ji dest dan, di nava zeviyên xwe de dixebitin. Şêniyên Til Rifet her du kesên jiyana xwe ji dest dane, tevî topbarana dijwar li goristanekê li başurê bajarok veşartin.
Topbarana TSK'ê li gundê Til Medîq, Minx, Eyn Deqne, Um Hoş û Ehres ên herêmên Şehbayê û gundê Dîr Cemal, dewan dike.