Taksîvanê kujer suyar kir: Di rêde qet polîs tune bûn

ENQERE - Taksîvanê ku DAÎŞ'ên kujer ên di 10'ê Cotmehê de li GAR'a Enqereyê komkujî pêk anîn suyar kirin diyar kir ku di rê de qet polîs tune bûn.

4'emîn Rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê li 4'emîn Dadgaha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Rûniştina dozê piştî niqaşên di navbera endamên DAİŞ'ê û heyeta dadgehê de, bi navberê berdewam kir. Piştî navberê şahidê taksîvan ê DAÎŞ'ên kujer suyar kiribûn li salonê şahidî kirin. Şahid û ajokarê Taksiyê Nîhat Ozdemir, diyar kir ku wî Halîl Îbrahim Durgun ê li Dîlokê xwe teqand li Qada Opera ya Ulusê ew suyar kir û li Golbaşi danî. Ozdemir anî ziman di rêde qet rastî kontrola polîsan nehat.

Ajokarê Taksiyê Nihat Azer ku xwekuj li pêş TBMM'ê suyar kir û li pêş GAR'a trenê danî jî anî ziman ku çanteyên wan tune bûn û mont li wan bûn. Azer, anî ziman ku ber montên wan girtî bûn û montên nepoxî li xwe kiribûn.

Di rûniştina dozê de ajokarên taksiyê diyar kirin ku polîsan di rêde qet ew ranewestandin. 2 ajokarên taksiyan wêneyên ku heyeta dadgehê nîşanî wan dan nas kirin, lê ajokarekî diyar kir ku ew nêneyên kujeran nas nakin.