NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amerîkayê balafira leşkerî ya bi modela KC-130 Herkul ku piyadeyên deryayî têde bûn ket. Li gorî agahiyan 16 leşkeran mirin.
Li Amerîkayê balafira Îkmala sotemenî ya leşkerî bi modela KC-130 Herkul ku piyadeyên deryayî têde bûn ket. Li gorî agahiyan 16 leşkeran mirin. Balafira leşkerî li bajarokê Leflore yê eyaleta Mississippiya Amerîkayê kete erdeki faoliyan. Balafir li qadeke 8 kîlometro belav bû û sedemê ketina wê hê ne diyar e. Herêma ku balafir lê ket bi helîkopteran xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.