STENBOL - Welatiyên li Stenbolê yên li herêma ku Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş lê hat hilbijartin wiha bertek nîşanî Serokomar Erdogan ku ji Demîrtaş re gotibû "terorîst" dan: "Kesê ku nikare ji DAIŞ'ê re bibêje 'terorîst' bi vî awayî xîtabî rewşenbîran, jinan û hilbijartiyan dike. Hemû kesên ku Tayyîp wan wek 'terorîst' îlan kiriye wijdanê me ne. Erdogan û AKP bi xwe terorîst in. Erdogan, bi vî awayî dixwaze xwe bişofîne."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Hambûrg ê Almanyayê, piştî zîrweya G-20'ê bersiva rojnamgeran da û li ser pirseke rojnamgeran ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wiha gotibû: "Ev kesên hûn dibêjin terorîstek e." Ev gotina Erdogan li gelek derdorên cuda bû cihê bertekan e. Yek ji van cihan jî li Stenbolê herêma ku Demîrtaş lê hat hilbijartin ne.
Welatiyê bi navê Mûstafa Înç, ji bo gotina Erdogan re got gotinên "teşomewşo" û wiha axivî: "Hevserokê giştî yê partiyeke ku 6 milyon deng wergirtine wek terorîst îlan dike, ev tê wateya nehesibandina qanûnên heyî. Çimkî, hevserokê partiyeke ku di Meclîsê de ye bi hin hincetan tê girtin û paşê wek 'terorîst' tê îlankirin. Kesekî ku Meclîs fesix kiribe û ji Selahattîn Demîrtaş re bibêje 'terorîst', ew çax qanûn dibin cihê nîqaşê." Înç, dest nîşan kir ku li gel hemû manîpulasyonan jî HDP ketiye Meclîsê û wiha bertek nîşan da: "Dema hûn bi nehesibandina vîna bi milyonan, bêyî pesendkirina bûyereke şidetî etîketa 'terorîst'iyê li kesekî bar bikin, ev bêcidîbûyîna we nîşan dide."
Dîlek Ozbek dest nîşan kir ku Demîrtaş siyasetvanek e û wiha got: "Demîrtaş ne 'terorîst' e, mirovekî têkoşer e. Daxuyaniya Erdogan daxuyaniyeke bêuslûb e."
Nûrsel Ûlûdag, anî ziman ku di çarçoveya azadiyê de Meşa Edaletê li Tirkiyeyê her kesî dihebîne û wiha got: "Kesên ku 15 sal in vî welatî bi rê ve dibin bila li xwe binerin. Li welat êdî rê li ber teqînan nayê girtin. Ma kesên bi rê ve dibin qey vê yekê nabînin? Divê careke din binihêrin hela kî 'terorîst' e."
'TERORÎSTÊ RASTEQÎN LI KUÇEYAN DIGERIN'
Cemal Tatkûl dest nîşan kir ku Demîrtaş vîna gel e û wiha bertek nîşan da: "Selahattîn Demîrtaş qasidê aştiyê yê kurd û tirkan ne. Demîrtaş bi vîna gelekî çûye Meclîsê. Kesên ji Demîrtaş re dibêjin 'terorîst' ew bi xwe terorîst in."
Kezban Bozkûrt anî ziman ku li Tirkiyeyê pergal diguhere û wiha got: "Êdî li Tirkiyeyê kesên bêsûc jî tên girtin. Lê terorîstên rastîn li kuçeyan digerin. Demîrtaş, ji bo gelê Tirkiyeyê siyasetê dike. Hêvîdarim ku siyaset cihê xwe bibîne."
'DIVÊ DEMILDEST BÊ BERDAN'
Tayfûn Yildiz jî, dest nîşan kir ku têgeha "terorîst" ne têgeheke mirov bi rihetî bilêv bike û wiha axivî: "Heke hûn yekî kêmbar bibînin û wî/ê wek 'terorîst' îlan bikin, a rast ew tê wateya ku 'terorîst' hûn in. Demîrtaş hevserokê giştî yê partiyekê ye. Ew wekîlê gelekî ye. Girtina wî bi xwe pirsgirêk e."
Zafer Taş jî, daxuyaniya Erdogan wek daxuyaniyeke "wehîm" pênase kir û wiha diyar kir: "Em pênasekirina bi vî şeklî ya wekîlekî ku gel temsîl dike şermezar dikin. Divê tu parlementer bi awayekî girtî neyên darizandin. Divê demildest bên berdan."
'LI GOR WÎ EZ JÎ TERORÎST IM'
Ayşe Baykal jî, dest nîşan kir ku her ku Erdogan ditengije hin kesan "terorîst" îlan dike û wiha axivî: "Ez mamoste me, li gor wî ez jî terorîst im. Bi KHK'yan me ji karê me avêtin û me wek 'terorîst' îlan kirin. Ez vê gotina serokomar rast nabînim. Ji xwe daxuyaniya kesekî ku hemû muxalifan 'terorîst' îlan dike' ewqas jî ne girîng e."
'ERDOGAN DIXWAZE XWE BIŞOFÎNE'
Gulten Çakir jî, diyar kir ku Demîrtaş ew siyasetvan e ku di dilê gel de cih girtiye û ji ber bi siyaseta xwe Erdogan têk biriye hatiye girtin. Çakir wiha domand: "Yê 'terorîst' ne Demîrtaş e, yê ku ev daxuyanî da bi xwe ye. Erdogan bi girtina hemû rewşenbîr, rojnameger, perwerdekaran dixwaze xwe bişofîne. Erdogan 'terorîst' e."
'KESÊN WEK 'TERORÎST' TÊN ÎLANKIRIN WIJDANÊ ME NE'
Nîlay Barkan, bi bîr xist ku Erdogan di mîtîngan de dayika Berkîn Elvan ku di dema çalakiyên Geziyê de polîsan ew kuşt, dida hûhakirin û wê wek "terorîst" dida îlankirin. Barkan wiha domand: "Karkerên li Somayê hatin kuştin jî wek 'terorîst' îlan dike. Ji bo wî hemû kesên doza mafên xwe dikin 'terorîst' in. Demîrtaş parlementerekî ku milyonan deng dayê. Heke pêşengeke wek 'terorîst' bê îlankirin nexwe ev tê wateya tengijandina Erdogan. Kesê ku nikare ji DAIŞ'ê re bibêje 'terorîst' bi vî awayî xîtabî rewşenbîran, jinan û hilbijartiyan dike. Ji bo alîgirên xwe winda neke serî li vegotinên wisa dide. AKP'yeke ku Semîh û Nûriyeyê jî wek 'terorîst' îlan kiriye heye. Hemû kesên ku Tayyîp wan wek 'terorîst' îlan kiriye wijdanê me ne. Erdogan û AKP bi xwe terorîst in. Erdogan, bi vî awayî dixwaze xwe bişofîne."