AMED - Nivîskar-sînemager Îlhamî Bakir, li dijî rûxandina peykerê Ehmedê Xanî bertek nîşan da û wiha got: "Rûxandina peykerê Ehmedê Xanî tenê ne êrîşeke fizîkî ye. Êrîşeke li hemberî nirxên wî, çanda wî, hunera wî ye."
Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin gelek berhemên ku huner, ziman û çanda kurdî vedigotin ji aliyê qeyûman ve hatin rûxandin û rakirin. Herî dawî li Bazîda Agiriyê di 22'yê Hezîranê de ji aliyê qeyûm Ûlaş Akhan ve peykerê ramanwerê kurd Ehmedê Xanî hatibû rûxandin. Nivîskar-sînemager Îlhamî Bakir li dijî van êrîşên qeyûman bertek nîşan da û got ku, ev êrîş encama polîtîkayên îktîdarê yên bizanebûniyî ne.
Bakir, dest nîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman firsendên ji bo qada hunerî hatibûn dayîn ji holê tên rakirin û hunermend êdî bi derfetên kêm hilberîna hunerî dikin. Bakir wiha domand: "Ji xwe afrînerî û hêza hunermend jî ji vir tê. Huner xwe bi derfet û firsendan girênade. Di her şert û mercî de berpirsiyariya hunermend e ku li ber xwe bide û li pêyî heqîqetê bigere û pêş ve bixe. Bi guherandina polîtîkayê îktîdar bi konsepteke cidî ya tunekirinê berê xwe daye çand û hunera kurdî û hemû tiştên eleqedarî kurdayetiyê. Rakirina Peykerê Roboskiyê, êrîşa li hemberî Peykerê Ahmed Arîf, rakirina peykerên li ber şaredariyê ku çanda asûrî-suryaniyan temsîl dikirin. Herî dawî jî peykerê Ehmedê Xanî hat rakirin. Divê li ser vana hemûyan bê sekinandin û bên çareserkirin. Ev belgeyên girîng in ku îktîdar dixwaze çi bike ji çand û hunera kurdî. Divê li ser vana bê rawestandin. Lê em dema hunera xwe îcra dikin em destûrê ji îktîdaran nastînin. Em di nav gelê xwe de ne û hewl didin bibin hunermendên gel. Li hemberî kesên hewl didin hunerê tune bikin, divê em sekneke girîng nîşan bidin. Divê pêvajoyê de jî hunermend heye, huner heye û li dijî tunebûnê ji bo hebûnê li ber xwe dide."
‘LI DIJÎ HUNERA KURDÎ ÊRÎŞ HENE'
Bakir, anî ziman ku berê jî li dijî çand, huner û zimanê kurdî êrîşên cidî hebûn, lê belê wê serdemê bi rê û rêbazên nixumandî lê niha bi yên tazî, bi awayekî aşkere êrîş tên kirin. Bakir wiha axivî: "Ji bo çi divê pêvajoyê de êrîş li Ehmedê Xanî tê kirin. Ji bo kurdan sembolek e. Destana Mem û Zînê li cîhanê destaneke bi nav û deng e. Gelekî ku destaneke wisa nivîsandibe, kesekî ku ji vê destanê pirtûkek nivîsandibe û kesekî ku wek Ehmedê Xanî li holê hebe kîjan hêz dikare bibêje 'Zimanê kurdî zimanekî hoveber e', 'Ji bo wêjeyê ne guncan e'. A rast mebest ji van êrîşan ew e ku di şexsê Ehmedê Xanî de ji bîra kurdan bibin û ji holê rabikin. Ji ber vê yekê Ehmedê Xanî bi taybetî hatiye hilbijartin."
‘MEBEST TENÊ NE RÛXANDINA PEYKER E'
Bakir, dest nîşan kir ku bi rûxandina peykerê Ehmedê Xanî re nikarin hezkirina gelê kurd birûxînin. Bakir, bang li raya kurdî kir ku li hemberî vê rûxandinê Ehmedê Xanî, kurdî bixwînin û xwedî lê derkevin û wiha got: "Ev polîtîkayên rûxandinê polîtîkayên ku bi zanebûnî tên kirin bi xwe ne. Lê wê nikaribin tu encamî ji van polîtîkayan wergirin. Rûxandina peykerê Ehmedê Xanî tenê ne êrîşeke fizîkî ye. Êrîşeke li hemberî nirxên wî, çanda wî, hunera wî ye."
Aziz Oruç - dihaber