Neçarin di germaya havînê de bixebitin

EDENE – Li herema Çukurovayê karkerên demsalî li ber germahiyeke zêde jî dixebetin û li gel hemû şert û mercên zehmet jî karker ji bo debara xwe li ber xwe didin. Mehmet Oralê 14 salî rewşa karkerên demsalî wiha şîrove kir: “Hewa germ e, lê em neçar in bixebitin.”

Li Edeneyê karkerên demsalî di şert û mercên zehmet û dijwar de dixebitin. Zivistanê di nav heriyê de û havînê jî di bin kelakela havînê de dixebitin. Karker serê sibê saet ji 06.00’an heta 18.00'ên êvarî wek koleyan tên xebitandin û tenê 50 lîreyî werdigirin. Di qijeqija nava rojê de ku çûkek jî li derva xuya nake, karker bêwestan li zeviyan dixebitin. Di bin germahiya ku pileya wê ji 50 dibûhûre xwe bi zorê digihînin êvarê.

BI AVA LÎMON Û DEW TEVBÎRAN DIGIRIN

Gelek karker ji bo ji ber germê nexweş nekevin îşlikên mildirêj li xwe dikin û bedena xwe ji tavê diparêzin. Her wiha karker bi vexwarina ava lîmon û dew jî xwe ji nexweşînan diparêzin. Hin karkerên ji germê aciz dibin jî xwe diavêjin ava cihokan û serî li rêbazên hênikbûnê didin. Karker li gel hemû hewldanan jî nikarin xwe ji kelekela germê rizgar bikin û dixebitin.

'XWEDIYÊ ZEVIYAN AVÊ JÎ NADIN ME’

Mehmet Yigît ê ku ji Qosera Mêrdînê hatiye Ceyhanê diyar kir ku li vî welatî qîmeta karkeran nayê girtin û wan wek koleyan bê sîgorte didin xebitandin. Yigît ev tişt gotin: “Di bin vê germê de xebat zor e. Gelek germ e lê em neçar in bixebitin. Ji ber germê serê me diêşe û tansiyonê me dikeve. Ji ber tunebûnê ez li vir im. Ji bo paşeroja zarokên xwe ez û hevjîna xwe vê rezîliyê dikişînin. Em li vir bêav dimînin. Em diçin ava qenalê vedixwin û çayê çêdikin. Xwediyê zeviyê avê jî ji me re nayne.”

'EM MÎNA KOLEYAN DIXEBITIN’

Karkerê bi navê Mehmet Delîkaya jî dest nîşan kir ku karker ji ber germê her tim ji ser hiş diçin û wan radikin nexweşxaneyê. Mehmet Delîkaya wiha domand: “Di bin germê de xebitandin tişta herî zor e. Ji ber germê ya em xwe diavêjin ava qenalê û yan jî em diçin bin siya daran. Heke ku em ji 30 deqîqeyan zêdetir bêhna xwe vedin di şûna wê de jî me didin xebitandin. Em wek koleyan dixebitin.”

'JIN GELEK ZEHMETIYAN DIKIŞÎNIN’

Hatîce Yavuz jî anî ziman ku herî zêde li nav zeviyan jin zehmetiyan dikişînin û wiha axivî: “Ev germ me ji hal dixîne. Lê em neçarin bixebitin. Bi taybetî jin ji ber germê ji hişê xwe diçin. Ji ber tunebûnê her kes tê di bin vê germê de dixebite. Çend roj berê ji ber germa zêde tansiyona min ket. Ji serê sibê heta êvarê bêyî ez bixebitim rûniştim. Tu ewlehiya me ya tenduristiyê jî nîne.”

KARKERÊ BIÇÛK REWŞA KARKERAN ŞÎROVE KIR

Zarokê 14 salî Mehmet Oral jî zehmetiya karkeran wiha şîrove kir: “Ji ber germa zêde tenduristiya me xirab dibe. Ez çend roj berê ji ber germê ji ser hişê xwe çûm. Ev jî ji ber bêavbûnê bû. Hewa gelek germe lê em neçar in bixebitin.”