Ji koçberan re 200-300 tl fatura ceyranê dixwazin

AMED - Koçberên sûriyeyî ku ji şer reviyan û hatin Tirkiyeyê di nava şert û mercên giran de dijîn. Li koçberên sûriyeyî yên birçî dijîn 200-300 TL fatûreya ceryan û avê tê birîn.

Ji ber şerê li Sûriyeyê gelek welatiyên sûriyeyê ji neçarî koçî Tirkiyeyê kirin. Lê Tirkiyeyê jî tim van koçberên sûriyeyî li hemberî Yekîtiya Ewropayê (YE) wek koz bi kar tîne. Lê belê şert mercên ku koçberên sûriyeyî li Tirkiyeyê tê de ne, ne kêmî yên li Sûriyeyê ne.

234 FATÛREYA CERYANÊ

Li Tirkiyeyê koçberên sûriyeyî her roj bi pêkûtî û cudaparêziyan re rû bi rû dimînin. Herî dawî li Sakaryayê jina ducanî Emanî El Rahmanî bi îstismara zayendî re rû bi rû mabû û tevî pitika xwe ya 10 mehî hatibû qetilkirin. Koçberên sûriyeyî anîn ziman ku dewlet alîkariya wan nake û heta ji ber ku ew sûriyeyî ne fatûreyên ceryan û avê li dor 234 lîreyî ji wan re tên.

‘PENABER BIRÇÎ TÊN HIŞTIN'

Rifîa Berçî ku dema şerê Sûriyeyê dest pê kir ji bajarê Helebê yê Sûriyeyê berê xwe da Amedê û li navçeya Rezanê rûdinê, tevî hevjînê xwe yê berasteng û 4 zarokên xwe di xaniyekî du odeyî û rûxandî de dijî. Berçî ku tevî zarok û hevjînê xwe di xaniyekî pace û deriyên wî şikandî de dijî, zarokê wê yê herî mezin Cemalê 13 salî ye... Cemal kuçe bi kuçe digere û pêlavan boyax dike. Rojê 5 lîreyan qezenc dike û hewl dide ku bi vî pereyî debara malbata xwe bike.

'DEWLET ALÎKARIYÊ NAKE'

Sarinca Berçî xirabe û vala ye û gepek nanê wan tune ye ku bixwin.

Berçî anî ziman ku şert û mercên wan ên li vir ne kêmî yên Sûriyeyê ne. Berçî, diyar kir ku ew jî dixwaze bixebite, lê belê ji ber ku jin e û sûriyeyî ye kes kar nadê . Berçî, got ev 5 sal in ku dewlet alîkariya wan nekiriye. Her wiha Berçî got ku ji ber ew sûriyeyî ne fatûreyên wan ên av û ceryanê jî di navbera 200-300 lîreyî de tên. Berçî wiha axivî: "Em koçberên sûriyeyî ne. Hevjînê min lal e. Perê ceryanê zaf hatiye. Pereyê me tune ye, alîkariya me bikin. Bila TEDAŞ daxîne."

'EM JÎ NAXAZIN EM WISA BIJÎN'

Berçî wiha axivî: “Rewşa me ne tu rewş e. Li malê kesekî ku bixebite tune ye... Em ji şer reviyan, lê şert û mercên me heman in. Em jî naxwazin wiha bijîn. Lê tiştek ji destê me nayê." Ji ber rewşa xwe hevjînê Berçiyê yê lal digirî û bi vî halê xwe rewşa penaberan a li vir careke din nîşan da.

'EM DIXWAZIN ŞERÊ LI WELATÊ ME BIQEDE'

Cîhan Alî ku 3 sal berê ji Helebê koçber bû û hat vir, tevî 3 zarokên xwe û dayika xwe ya 96 salî ku çavên wê nabînin li navçeya Rezanê rûdinê. Alî anî ziman ku şert û mercên wan ên li vir ne tu şert in û hêviya wan ew e ku rojek berî rojekê şerê li welatê wan biqede. Alî, got ku ji bilî gel kes alîkariya wan nake. Alî ragihand ku dewletê ji wan xwestiye ew biçin kampê, lê belê ew naxwazin biçin kampê û wiha got: "Kamp rezîltî ye. Xizmên me yên li kampê dibêjin ew der qet nebaş e. Ji ber vê em naçin. Yekane daxwaza min ew e ku vegerim welatê xwe."