'Daraz, medya û siyaset jî kiryar in'

STENBOL – Jinan bertek nîşanî qetilkirina jinan koçber a ducanî ku li Sakaryayê bi awayekî hovane hat qetilkirin da. Jinan eşkere kirin ku ev wehşet bi destê dewletê pêk hatiye û huqûqnas, medya û siyasetmedar jî kiryarmm vê hovîtiyê ne û wiha gotin: “Ev şideteke pergaliyî ye.”

Di demen dawî de şidet û êrîşên zayendî yên li dijî jinan bi awayekî sîstematîk pêk tên. Jinan piştrast kir ku bi taybetî axaftinên rayedarên deweltê êrîşan teşwîq dike, zimamanê nêrza ku ji hêla çapemeniyê ve tê bi karanîn û zimanê siyasetê jinan dike hedef.

Aktîvîsta Weqfa Şêwirmendiyê ya Jinan (KADAV) Arzu Aydogan, da zanîn ku jin û zarokên ku ji ber şerên li welatê xwe revîne hatine Tirkyeyê, li vir jî bi şidetê re rû bi rû dimînin. Aydogan balê kişand ser jina bi navê Emanî Al Rahmun û kurê wê yê 10 mehî. Aydogan aşkera kir ku jina 20 salî piştî îstismara zayendî tevî kurê xwe yê 10 mehî hatiye qetilkirin. Aydgan got ku ev wehşet bi destê dewletê pêk hatiye û hişmendiya çapemeniyê ya "Sûriyeyî sûcdar in" jî bingeha êrîşên bi vî rengî ava dike.

Aydogan dest nîşan kir ku Emanî û pitika xwe ji hêla welatiyên Tirkiyeyê ve hatiye qetilkirin, lê ev wehşet bi destê her du kesan nehatiye kirin, her gotina dewletê ya ku dijminahiyê sor dike, dibe sedema hovîtiyên wiha.

Aydogan balê kişand ser rêzefîlmên li Tirkiyeyê tên kişandin jî û diyar kir ku ev rêzefîlm hişmendiya nêrza di nava civakê de bi pêş dixe û wiha got: "Em bûn civakeke temaşekerên rêzefîlman." Aydogan teqez kir ku çapemenî bingeha hemû sûcan ava dike.

EV WEHŞET E

Yek jî aktîvîsta KADAV'ê Ozgul Sunatak jî tiştên qewimî ne wekî "wehşet" pênase kir û anî ziman ku ev bûyer hemû rastiya mêr radixe ber çavan. Sunatak dest nîşan kir ku jinên bi travmayên mezin ji Sûriyeyê revîne, li Tirkiyeyê dîsa dikevin nav şer û travmayên mezin û wiha axivî: "Gotinên nijadperest bingeha şidetê ava dikin. Ew kesên axaftinên wiha dikin, bingeha van êrîşan didin avakirin."

'BINGEHA ÊRÎŞAN AVA DIKIN'

Sunatak piştrast kir ku li Tirkiyeyê ji bingehê ve dijminatî tê bi pêş xistin, kesên ku xwe spartine Tirkiyeyê rûmet û jiyana wan a koçberiyî tê binpêkirin. Sunatk anî ziman ku li ser jin û penaberan tundiyeke manewî heye û wiha domand: "Nijadperestî ne dûrî peyva zayendîperestiyê. Ev nêzikatî her dem bi xwe re aloziyê tîne. Divê li dijî van hemûyan, siyasetmedar, saziyên sivîl û saziyên eleqedar, divê polîtîkayeke hêzê têxin dewrê." Sunatak herî dawî wiha got: "Ev şidet şideteke bi pergalî ye."

Endama Platforma Em ê Kuştinên Jinan Bidin Rawestandin Elvan Yurtsever jî derbirî ku hişmendiya mêr a ser dest xwe li ser jinê dide ferzkirin û ji ber wê êrîşên li dijî jin û penaberan bêceza tên hiştin. Yurtsever da zanîn ku dewlet zimanê olî bi kar tîne û bi vê riyê bandorê li ser jin û civakê dike û ev tişt gotin: "Ne tenê beşeke civakê, hiqûqnas, çapemenî û siyasetmedar jî parçeyekê vê şidetê ne. Ev şideteke pergaliyî ye. Jin li dijî vê têdikoşin. Bi riya KHK'ê komeleyên jinan hatin girtin, ev jî astengiyeke li dijî têkoşîna li dijî şidetê ye."

Elîf Çetîner - dihaber