Leyla Zana beraet kir

AMED - Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana, di rûniştina yekem de beraet kir

Yekemîn rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana ku ji ber beşdarî meşê bibû doz lê hatibû vekirin û ji 8 salan heta 21 salan ceza jê dihat xwestin, li 57emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de ji ber Zana di rûniştina navberê de îfade dabû beşdarî vê rûniştinê nebû. Di rûnşitinê de parêzerê Zana Îbrahim Çeliker amadebû û xwest Zana beraet bibe.

Piştî parastinan heyetê navber da û piştî navberê der barê Zana de biryara beraetê da. Zana ji dozê beraet kir.