Gardiyan û midûrê girtîgehê gefên mirinê li girtiyan dixwin

EDENE – Mahsun Malgîr ê li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê, diyar kir ku midûr bi komek gardiyan re hat koxuşê û gefa ‘Hûnê bimirin û cihê we li vir tune ye.’ li wan xwar.

Li girîgehan binpêkirinên mafan û gefên mirinê yên li dijî girtiyên PKK’î zêde dibin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê girtî bi binpêkirina mafan re rû bi rû mane. Dayika girtî Mahsun Malgîr, Hansa Malgîr di 8’ê tîrmehê de bi têlefonê bi kurê xwe re hevdîtin kir. Dayika Malgîr destnîşan kir ku kurê û hevalên wî bi gefên mirinê re rû bi rû ne.

‘GEFÊN MIRINÊ LE ME DIXWIN’

Dayik Malgîr ani ziman ku kurê min gotiye “Bi OHAL’ê re li ser me zext zêde bûne. Ez û 15 hevalên xwe li girtîgehê dimînin. Di nav 15 rojên dawî de di bin navê ‘lêgerînê de’ gardiyan êrîşî me dikin. Bi hatina midûrê bi navê Aydin ê ku ji Mûşê hatiye êrîş û zext zêde bûne. Gardiyan û midûr tên koxuşa û dibêjin ‘Hûnê bimirin û cihê we li vir tune ye. Kurdiyetî xelas bûye.’ Bi van gotinan gefê mirinê li me dixwein. Niha 3 hevalê me birîndarin û nebin nexweşxaneyê. Nameyên me nadin me. Gef li me dixwin û me navtêdanî dikin. niha li girtîgehê tu ewlehiya me nîne. Em bang li raya giştî dikin ku di vê mijarê de hestiyar be. Bila li hemû girtîgehan zext bi dawî bibin. Bila gelê me guh bide qîrîna girtiyan.”

Dayik Malgîr xwest ku êrîş û zextên li ser girtiyan bi dawî bibe û wiha got: “Ewlehiya canê kurê min û hevalê wî nîne. Bila zextên li ser zarokên me bi dawî bibe û bila bi awayekî mirovane dikaribin bijîn.”