ENQERE – 4'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê di roja 2'emîn de li Dadgeha Enqereyê didome. Polîsan ji parêzerên dozê yên hatin salonê nasname xwest. Di navbera polîs û parêzeran de niqaş derketin.
4'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya GAR'a Enqereyê di roja 2'emîn de li salonên 10 -11'emîn Dadgehên Cezayên Giran a Enqereyê berdewam dike. Dadgeh ji aliyê polîsên hêzên çevîk û cendirmeyan ve hatiye dorpêçkirin. Di ketina salonê de kesên derbasî salonê dibin, nasnameyên wan tên kontrolkirin û di lêgerînê re derbas dibin. Cendirme û polîs şûşê pet jî hilnagire hundir.
Xizmên kesên hatin kuştin, xizmên bersûcê girtî, parêzerên bersûcan û parêzerên kesên hatin kuştin derbasi salonê bûn. Ji ber polîsan nasnameya parêzeran jî xwest di navbera polîs û parêzeran de rageşî derket. Malbatan jî gotin "Êrîşî parêzrên me nekin" û bertek nîşanî polîsan dan. Piştre polîs û cendirmeyan malbatên bersûcan xistin bin parastinê.
Piştî heyeta dadgehê hat, rûniştina dozê dest pê kir. Bersûc Cuma Dabaniyassi bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinê bû. Dadger li ajokarên texsiyê yên xwekuj suyar kiribûn ghudar kir. Rûniştinadozê bi daxuyanî û parastina parêzeran berdewam dike.