AMED – Malbatên endamên HPG’ê Netîce Katar û Bunyamîn Oncu yên li Goristana Bêkesan hatibûn definkirin, piştî 5 mehan cenazeyên zarokê xwe wergirtin.
Endamên HPG’ê Netîce Katar û Bunyamîn Oncu di 7’ê adara 2017’an de li navçeya Licê ya Amedê di peçvûnê de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristsana Bêkesan a Amedê hatibûn definkirin. Li gel ku malbatan cenaze teşhîs kiribûn jî rayedarên dewletê cenaze nedabû malbatan û cenaze li gora bêkesan defin kiribûn. Piştî encamên DNA’yê aşkere bûn li ser destûra dozgeriyê malbatan cenazeyê zarokên xwe wergirtin. Serê sibê malbat û gelek welatî hatin Goristana Yenîkoyê û cenazeyên zarokên xwe wergirtin. Malbatan di heman goristanê de li kêleka endamên HPG, YPG û YPS’ê cenaze definkirin.
'ÎRO DAWETA KEÇA MIN E’
Dayika endama HPG’ê Netîce Katar, Rindê Katar hina di tasa destê xwe de hilda jor û stran got. Dayik Katar li ser gora keça xwe lîland û hine li destê welatiyan kir. Katar da zanîn ku ew ê tu carî negirî û wiha got: “Îro daweta keça min e.” Katar ku di sala 1990’an de li navçeya Pasûra Amedê ji dayik bûbû, di 2008’an de tevlî PKK’ê bûbû. Bunyamîn Katar jî ji navçeya Çinara Amedê ji dayik bûbû. Piştî wecîbeyên olî endamên HPG’ê Oncu û Katar hatin definkirin û dua hatin xwendin.
Lê balkêş bû ku polîsan merasîma cenazeyan dorpêç kiribû.