Meclîsa Jinan a HDP'ê encama civînê aşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a HDP'ê piştî civîna 2 rojan, encama civînê bi raya giştî re parve kir. Jinan diyar kir ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rola aştî û çareseriya demokratîk bilîze xwest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û Ocalan azad bibe.

Meclîsa Jinan a HDP'ê di 8-9'ê Tîrmehê de civîna xwe pêk anîn. Meclîsa Jinan piştî civina 2 rojan encamnameya civînê bi raya giştî re parve kir.

Jinan di encamnameyê de Hevseroka Giştîya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag silav kirin û diyar kirin ku Yuksekdag di darizandina li Dadgeha Enqereyê de bi nûnertiya jinan ew bêtir bi rûmet kirine û hêz daye têkoşîna wan a jinan. Jinan gotina Serokê AKP'ê Erdogan ku ji bo Hevserokê Giştîyê HDP'ê Selahattin Demirtaş gotibû “terorist” jî şermezar kirin û diyar kirin ku Demîrtaş vîna 6 milyon mirov e. Jinan anîn ziman ku pergala Hevserokatiyê wekheviyê temsîl dike û wiha cih dan encamnameyê: "Pergala Hevserokatiyê guheritna feraseta serdestiya mêr e. Jina Sûriyeyî ya ducanî Henna bi awayekî hovane hat kuştin. Fergala FAŞÎZMÊ di her qadê jiyanê de bê edaletiyê kûr dike. Şer kûr dike. Demokratîkbûn û aştiyê ji me dûr dixe. Feraseta yekperestiyê dispêre me. Erdogan, bi referandumê yekperestî û îktîdariya xwe mîsoger dike.

KUŞTINA EMÎNA ENCAMA POLÎTÎKAYÊN LI ROJHILATA NAVÎN E

Jina Sûriyeyî ya penaber Emina rastî tecawizê hat û tevî zarokê wê bi hovane hat kuştin. Li navçeya Panosa Agiriyê jî pîsî bi jinê da xwain. Ev polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn in. Polîtîkayênk li Rojhilata Navîn li welatê me dikevin meriyetê. Faşizm her ku diçe belav dibe mezin dibe. Serdestiya mêr jiyana jinê bêtir dagir dike. Tundiya li ser jinê û kuştina jinan bêtir jiyanê li jinan teng dike. Dixwwazin vê jiyanê ji bo jinan wekî jiyanek asayi bidin xuyakirin.

EM DESTÛRÊ NADIN TUNDIYA LI DIJÎ JINAN

Em destûrê nadin tundiya mêr a li ser jinê pêş bikeve. Em dê piştevanî û şewirmendiya jinan di her qadê de bi rêxistin bikin û mezin bikin. Em dê mafê jinê li her derê biparêzin. Em dê bi hevre bi dest bixin û bi hevre bi parêzin.

Polîtîkayên AKP’ê yên şer ne tenê li welat, li Rojhilata NAvîn jî bêtir şer sor dike. Rejîma Erdogan heta niha li Rojhilata NAvîn têk çûye. Tevî ku polîtikayên Erdogan li Rojhilata Navîn têk diçin jî hewl dide Efrînê dagir bike. Dixwaze bi êrîşa li Rojava şoreşa jinê ya azadîparêz, demokratîk tune bikin. Ev feraset ji ya IŞİD'ê ne cudatir e. Bi şer dixwazin jinê di bin tundî û zextan de bihêlin.

DIVÊ OCALAN AZAD BIBE

Birêz Ocalan di siyaseta kurd de xwedî mîsyon û rolek taybet e. Rê li pêş jina kurd vekir ku jin bi awayekî çalak û serkeftî tev li siyaset û têkoşînkê bibe. Birêz Abdullah Ocalan hêj di bin tecrîda giran de tê girtin. Birêz Abdullah Ocalan ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo çareseriya demokratîk û aştiya mayinde têdikoşe û rolek mezin daye ser xwe hêj di bin tecrîdê de ye. Birêz Ocalan ji bo karibe vê rola xwe bilîze divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û Ocalan divê azad bibe."