Waliyê Manîsa: Kuştina 4 leşkeran şexsî ye

MANÎSA – Li Manîsayê leşkerê nobedar bi çeka MP5 li ser leşkerên din gule reşandin û 3 leşker kuştin. Pişt re xwe kuşt. Waliyê Manîsayê Hakan Guvençer, têkildarî kuştina 4 leşkeran daxuyanî da û diyar kir ku bûyer şexsî ye.

Li navçeya Kula ya Manîsayê leşkerê nobetar bi MP5 hevalên xwe yên leşker gulebaran kir întîhar kir. Leşkerê ku li ser leşkeran gule reşandin 3 leşker kuştin û 3 leşker birîndar kirin. 3 leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Salihli. Leşkerê ku gule reşand Nedim Abeş yê ji Amedê jî întîhar kir. Piştî lêkolînê hat diyar kirin ku leşkerên hatin kuştin Huseyin Tolga Hepgul, Orhan Sunnuoglu ji Îzmirê ne. Mumin Pinardag jî ji Bursayê ye. Abeş jî ji Amedê ye. Leşkerên birindar bûn Cemil Arslanhan, Kenan Dursun û Emirhan Yaşaroglu jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kuleyê.

Waliyê Manîsayê Hakan Güvençer jî têkildarî bûyerê daxuyanî da diyar kir ku bûyer şexsî ye.