ÎZMÎR - Li Zamîngeha Egeyê di navbera xwendekarên welatparêz û nijadperest de pevçûn derketibû, di bûyeran de perpirsyarê xwendekarên Ulkucu yê Zanîngeha Egeyê Firat Yilmaz Çakiroglu hatibû kuştin. Doza ku yek jê girtî, 32 kes tên darizandin de, dozger ji bo biryarê dem xwest.
Di 20'ê sibata 2015'an de li baxçeyê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Egeyê di navbera xwendekarên welatparêz û nijadperest de şer derketibû û perpirsyarê xwendekarên Ulkucu yê Zanîgeha Egeyê Firat Yilmaz Çakiroglu hatibû kuştin, yek ji wan girtî 32 kes ji ber kuştina Çakiroglu tên darizandin, dozê îro jî dewam kir.
Rûniştin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ji çapemeniyê re girtî hat dîtin, di dozê de bavê Çakiroglu Futat Mahîr Çakiroglu, Parlamenterê MHP'ê yê Îzmîrê Oktay Vural û parêzerên wan, Nurullah Semo yê girtî beşdarî dozê bû. Piştî tespîta nasnameyê rûniştinê dewam kir, parêzerên aliyan li hemberî mutalaya dozger parastin kirin. Piştî parastinan, heyeta dadgehê der barê parastinan de ji bo dozê dem xwest. Li hemberî daxwaza demê ya dozger, parêzerên Semo jî dem xwestin. Piştî navbereke kurd, dozger daxwaza demê qebûl kir.