ÎZMÎR - Parêzer Nezahat Paşa aşkera kir ku miwekîla wê Zara Koç a 9 meh e du canî ye û ji 3'yê Tîrmehê vir ve li Îzmîrê di bin çavan de ye, aşkera kir ku wan ji bo Koç serî li dozgeriyê daye û xwestine ku qet nebe bila li nexwexaneyê di bin çavan de bê girtin, lê serlêdana wan hatiye redkirin.
Di 3'yê Tîrmehê de li Îzmîr û Mêrdînê serdagirtinên malan pêk hatibû, jina bi navê Zara Koç a 9 meh e cu danî ye û bi giştî 13 kes hatibûn binçavkirin. Welatiyên li Şaxa TEM'ê ya Bozyakayê tên girtin, bi rojan e dernexistine pêşberî dozger. Hat gotin welatiyên bi navê Zara Koç, Habîbe Aksun, Esma Koçhan û Mariet Çîçek îfadeyên wan hatine girtin, dê îfadeya 9 kesan jî îro bê girtin.
Jinên ku îfadeya wan hatiye girtin û Zara Koç a sanciyên welidandinê dikişîne, hêj dernexistine pêşberî dozger. Parêzer Nezahat Paşa aşkera kir ku her çendî sanciyên welidandinê dikişîne jî Koç bi israr li miruyeta polîsan tê girtin û ev tişt got: "Ji ber ku welidandina wê nêz e, divê tevgera wê hebe. Lê cihê lê dimîne teng e, ev jî zehmetiyan derdixe. Her wiha ji ber bê ku bê aram e, ev jî sanciyên wê zêde dike. Yanî zehmetiyên mezin dikişîne."
REWŞA WÊ XIRABTIR DIEB
Paşa da zanîn ku pêwîstiyên wê yên jiyanê tên pêşwazîkirin, lê di pêwîstiyên tenduristiyê nayên pêşwazîkirin, li gorî qanûnan divê rojê 2 caran bibin nexweşxaneyê, her çendî ev mafê wê heye jî wê nabin nexweşxaneyê. Paşa aşkera kir ku wan agahî daye bijîşk û dozger jî, lê tu encam bi dest nexistine, dema wê ya welidandinê nêz e lê daxwaza wê bibin nexweşxaneyê jî hatiye redkirin.
Paşa herî dawî got ku "Di serî de jiyana dayikê û zarokê, tiştekî neyînî biqewime, dê rayedarên dewletê berpirsyar bin."