ENQERE – Rûniştin 4’emîn a doza Komkujiya 10’ê Cotmehê bi guhdarkirina parêzerên muştekî û bersûcan dewam kir .
Rûniştin 4’emîn a doza Komkujiya 10’ê Cotmehê di roja duyemîn de li gel rageşiyê jî dewam kir. Piştî venêrîna nasnameyan dozê dest pê kir. Di rûniştinê de Parlamentera Enqereyê ya Serbixwe Aylîn Nazliaka û Parlamenterê CHP’ê Îlhan Cîhaner amade bûn.
BERSÛC HAKAN ŞAHÎN LI REQQAYÊ HAT KUŞTIN
Di derbarê bersûc Hakan Şahîn ê ku li Reqqayê di êrîşa hewayî de hat kuştîn biryara navê wî ji lêgerîna bultena sor bê rakirin hat dayîn.
‘KESÊN BI RIH NASNAMEYÊN ME KONTROL DIKIN’
Danişînê bi daxwaz û beyanên parêzerên muştekî yên duh nîvco mabûn dewam kir. Parêzerê muştekî Ozcan Karakoç da zanîn ku 21 meh bi ser komkujiyê re derbas bû û hêj edaletê cihê xwe negirtiye. Karakoç tiştên derbarê dozê de tên kirin wek bêhiqûqî nirxand û got: “3 kesên bê ûnîforma û bi rih parêzeran disekinîn û nasnameyan wan dipirsin. Dibêjin ‘fermana serok wisa ye.’ Fermanek wisa nabe. Ev pêkanîn provokasyonin.” Karakoç got ku ew ê pêşiya dozê bernedin.
Karakoç di berdewama axaftinfa xwe de anî ziman ku wêneyên bi çek ên bersûcan ku li Sûriye û Tirkiyê hatine kişandin hene û bersûc li şîrketên DAIŞ’ê sîgortayî xuya dikin.
‘LÊPIRSÎN BAŞ BIHATANA KIRIN DÊ TEQÎNÊN DIN ÇÊNEBÛNA’
Karakoç aşkere kir ku di dosyeyê de kesên wek “X” û “Y” hatine binavkirin tên parastin û ev rewş DAIŞ’iyan diparêze. Karakoç destnîşan kir ku heke dosyeya teqîna li avahiyên HDP’a Mêrsîn û Edeneyê bihata lêpirsîn dê teqîna mîtînga Amedê çênebûya û wiha got: “Dosyeya mitînga Amedê bi awayekî cidî li ser bihata rawestandin dê komkujiya Pirsûsê çênebûya. Bersûc û hemû hûrguliyên komkujiya Pirsûsê derketina holê dê komkujiya 10’ê Cotmehê pêk nehata. 10’ê cotmehê derketa holê dê teqîna li Dîlokê ya di 1’ê gulanê pêk nehata.”
Piştî parastina Karakoç derbasî beyanên parêzerên bersûcan bû. Parêzeran xwest polîs li salona danişînê bên guhdarkirin.
Parêzerên din ên bersûcan tahliyeya muwekîlên xwe xwestin. Dadgehê navber da danişînê.