Di roja 245'an de 3 kes hatin binçavkirin

ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" di roja 245'an de berdewam dike, polîsan dîsa êrîşê kedkaran kir û 3 kes bi erdêre hatin kişkirin û hatin binçav kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê ji hêla Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ve hatiye destpêkirin, di roja 125'an de ye, kedkarên li derve piştgiriyê didin wan û ji bo vegerin karê xwe çalakî dane destpêkirin, 245 roj e li ber xwe didin. Kedkaran pankarta "Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh di roja 125'an de ye, bila Semîh û Nuriye vegerin karê xwe" vekirin û xwestin li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin, lê polîsan êrîşê wan kir. Polîsan pankarta çalakvanan qelişand û bi lêdanê 3 kes binçav kir.

Hat gotin ku kesên hatine binçavkirin Akman Şîmşek, Erdogan Canpolat û Engîn Karataş in.