WAN – Xizmên girtiyan ên li Wanê diyar kirin ku dema ew çûne serdana xizmên xwe, cilên wan hatine xistin û ev zilm şermezar kirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û li komeleya xwe daxuyanî da çepemeniyê. Di civînê de xizmên girtiyan, Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Murat Melet û rêveberên ÎHD'ê beşdarî civînê bûn. Melet da zanîn ku binpêkirinên mafan li girtîgehan gelekî zêde bûne, bi bîr xist ku Serokomar Tayyîp Erdogan jî demekê di girtîgehê de maye û wiha axivî: "Serokomar rewşa girtîgehê baş dizane. Em li welatekê wisa dijîn ku sibê kê bikeve girtîgehê ne diyar e. Kesên ku îro mafan binpê dikin, dibe ku sibê bikevin girtîgehê. Li hemû girtîgehan pêkanînên ku ne li gorî rûmeta mirovan e, di meryetê de ye. Divê demek ji ya din zûtir ev bi dawî bibe."
'EZ 65 SALÎ ME, QET ŞERM NAKIN?'
Xizmê girtiyan Munîfe Kaçak jî diyar kir ku ew berî rojekê çûye serdana kurê xwe, li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, ew bi lêgerîna tazî re rû bi rû maye û wiha axivî: "Bi pêkanîneke bê exlaqî hemû cilên li ser me ji me kirin. Ev nayê qebûlkirin. Kesên lêgerînê dikin jî dayika wan heye. Ez 65 salî me. Ji vê jî şerm nakin? Hemû jinên diçin girtîgehê lêgerîna tazî li ser wan ferz dikin."
‘EM BI SAETAN RADIWESTIN’
Kaniye Şeker a xizma girtiyan jî got ku hevjînê wê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ye, her gava diçin girtîgehê, bi saetan wan didin rawestandin. Şeker destnîşan kir ku ew di serdanê de ava fêkiyan û kekan ji bo dizmên xwe dibin, îdareya girtîgehê ji wan distîne û aşkera kir ku radyo û televîzyonên girtiyan jî hatiye qedexekirin.
JI PER KU PÊLAV DERNEXIST ÎŞKENCE KIRIN
Welatiyê bi navê Mehmet Kaplan jî piştrast kir ku kurê wî 26 sal e di girtîgehê de ye û wiha pê de çû: "Kurê min niha di Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê de ye. Di hevdîtina bi telefonê ya dawî de, got ku dema ew birine nexweşxaneyê pêlava wî ji lingên wî derxistine. Em ê vê pêkanînê qebûl nekin."