Li Reqqayê pevçûnên dijwar diqewimin: QSD ber bi navenda bajêr ve diçe

NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilat û rojvayê Reqqayê pevçûnên dijwar diqewimin. Hat diyarkirin ku li gel van pevçûnan jî QSD her ku diçe hîn bêtir ber bi navenda bajêr ve diçe.

Pêngava "Cenga Mezin" ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina navenda Reqqayê dabûn destpêkirin bi pevçûnên dijwar didome. Hat diyarkirin ku QSD, li rojavayê bajêr ji Taxa Diriya û li rojhilatê bajêr jî ji Taxa Reqqaya Kevn ve ber bi navenda bajêr ve diçe.

Hat diyarkirin ku ji danê sibehê ve li van taxan pevçûnên dijwar diqewimin û di pevçûnan de 27 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Her wiha hat diyarkirin ku di nav rojê de 400 reqqayş jş hatine rizgarkirin.