DAÎŞ'ê li Konyayê bi polîsan re şer kir: 4 polîs birîndar bûn

KONYA - Li Konyayê dema polîsan bi ser hucreya DAIŞ’ê de girt şer derket. Di şer de 5 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin û herî kêm 4 polîs jî birîndar bûn.

Li taxa Yorganci ya navçeya Merama Konyayê polîsên tevgera tîmên taybet bi ser gelek navnîşnan ve girt. Hat diyarkirin ku ev navnîşanên bi ser de hatine girtin hucreyên endamên DAIŞ’ê ne. Di serdegirtinê de di navbera polîs û endamên DAIŞ’ê de pevçûn derket, 5 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin û herî kêm jî 4 polîs jî birîndar bûn. Hat zanîn ku endamên DAIŞ’ê ji bo êrîşan di nav amadekariyan de bûne.

Li cihê ku şer derket hemû kolan ji çûn û hatinê re hatin girtin û lêkolîn hat destpêkirin.