Karkerê sûriyeyî sêqat kedê dide

EDENE – Koçberên sûriyeyî ji bo karibin debara xwe bikin û bijîn, neçarin hemû kar û barên giran bikin. Karkerên jin û ciwan ên sûriyeyî ku li herêma Çukurova karên zeviyan dikin li şûna qaseyeke îsot, 3 qaseyên îsotan didin pişta xwe. Karkerê sûriyeyî Ahmod, diyar kir ku rojê bi 49 TL'yî dixebite û di şertên pir dijwar de dixebite.

Zêdeyî 3 milyon koçberên sûriyeyî li Tirkiyeyê dijîn. Erdogan diyar kiribû ku ew 3 milyon sûriyeyiyan li welatê xwe dihebîne û heta niha 30 milyar dolar pere li wan xerc kiriye. Erdogan piştî civîna G-20'ê parast ku ew di kampên koçberan ên Kilîs, Dîlok, Riha û Mêrdînê de penaberan di nava şert û mercên heri baş de xwedi dikin. Lê karkerên sûriyeyî yên di nava zeviyan de karê herî giran dikin û bi erzanî dixebitin nîşan dikin ku gotinên Erdogan ne rast in. Karkerên ku li herêma Çukurovayê karên zeviyan dikin bi erzanî karê herî zor dikin. Karkerên suriyeyî di bin germa havînê ya dijwar de karên îsot, bacan û firengan dikin. Karkerên jin, zarok û mezin ji bo debara xwe bikin û karibin bijîn neçarin bi erzanî bixebitin.

'EM NEÇAR IN KU BIXEBITIN'

Penaberê sûriyeyî ku li Çukurovayê di nava zeviyan de dixebitin, serê sibê saet di 06.00'an de dest bi kar dikin û heta 18.00'ê evarî dixebitin. Karkerên sûriyeyî ji rojhilat heta rojava dixebitin. Nikarin bêhna xwe bidin û rojê tenê bi 49 TL'yî dixebitin. Koçberê sûriyeyî Ahmod, li şûna qaseyek îsot bide ser milê xwe, 3 qase îsot dide ser milê xwe. Ahmod, tevî germaya zêde ya havînê ji bo debara xwe bike neçar e di bin şertên herî dijwar de kar bike û wiha got: "Ez neçarim heqê nan bibim malê. Ez pir zêde eziyetê dikişînim. Karekî dijwar e, lê neçar im."

Karkerê ciwan Turan Turan jî diyar kir ku ew rojê 12 saetan dixebite û wiha got: "Min Beşa Parastina Sivîlan û Agirkujiyê xelas kir. Lê niha vî karî dikim. Ez rojê 12 saetan kar dikim, lê 49 TL'Yî distînim. Pir zor û zahmet e."