ŞIRNEX – Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, di bin navê "Gihaniya baqil" de parka li navenda bajêr rûxand û li şûna wê beton rijand.
Parka li navenda Cizîrê ya Şirnexê jî para xwe ji hovîtiya qeyûmê AKP'ê wergirt, qeyûmê hat tayînkirin di bi navê "Projeya Duryan û Gihandina Baqil a Çerxerê" de park ji holê rakir û cihê wê beton kir. Di Kanûna 2016'an de li ser fermana qeyûm Ahmet Adanur, kepçe ketin parkê û bi tevahî rûxandin. Di çarçoveya rûxandinê de peykerê siyasetmedarê kurd Orhan Dogan jî hat rakirin.
Di bin navê "modern"bûnê de, ekîbên şaredariyê ketin parkê û bi sedan darên li parkê jî ji kokê ve rakirin. Parka li navendê ye, li ser qadeke 2 hezar û 200 metrekareyî hatibû çêkirin û her roj bi sedan mirovên navçeyê diçûn parkê û di mehên havînê ên germ de li wir bêhna xwe derdixistin. Hat gotin ku qehwexaneyên li parkê jî hatine rûxandin.
QULÛBEYÊN EWLEHIYÊ BI CIH KIRIN
Bi hatina qeyûm re bajar bû wekî keleheke betonî. Li serê her kuçeyê kamerayên MOBESE'yî hatine danîn. Wekî sembol 10 darên palmiyeyê li cihê betonî hatin danîn, ew jî ji ber ku nehatin avdan, hişk bûn. Qad bi noqteyên polîsan hatiye dorpêçkirin û hêj xebatên înşaetê bi dawî nebûne, 2 qulûbeyên polîsan ên zirxî li herêmê bi cih kirin. Herêma di bin navê "ewlehiyê" de hatiye dagirkirin, wekî qereqolekê ye û esnafên li herêmê ji ber vê rewşê gelek tengasiyan dikişînin.
Esnafan piştrast kir ku berê bi sedan kirîger dihatin, lê di demên dawî de ji ber tevdîrên ewlehiyê kes nayê.