ENQERE - Çend roj berê Ajansa Anadolûyê (AA) bi ser navê "Divê Nûçeyên Terorê Çawa Bên Çêkirin" pirtûkçeyek weşand. Lê belê, tişta balkêş ew e ku AA di nûçeyên xwe yên der barê DAIŞ de ku hema bêje li tevahiya cîhanê wek "rêxistina terorî" tê qebûlkirin, têgeha "terorê" bi kar nayîne.
Ajansa Anadolûyê (AA), bi ser navê "Divê Nûçeyên Terorê Çawa Bên Çêkirin" pirtûkçeyek weşand. Ev pirtûkçe nemaze piştî civîna ku îktîdar der barê tepisandin û bêdengkirina muxalefetê de bi rêveberên çapemeniyê re çêkir hat weşandin û bi vê pirtûkçeyê tê xwestin ku ev nûçeyên behsa wan tên kirin ji navendekê bên weşandin.
PIRTÛKÇEYA ŞERÊ PSÎKOLOJÎK
Di pirtûkçeyê de tê xwestin ku hay ji van mijaran hebe: "Divê nûçeyên li ser pêhesiyan wek nûçeyên flaş û lezgîn neyên weşandin", "Divê xizmeta rêxistinên terorî neyê kirin", "Divê di nûçeyên terorî de şik û gumana reytîng û tîrajê çênebe", "Divê termînolojiya rêxistinên terorî neyê bikaranîn", "Divê dîtbariyên mirî û birîndariyî neyên nîşandan", "Divê ji bo eşkerekirina nasnameya kesên mirî neyê lezandin", "Divê nûçeyên rêxistinên terorî an jî serekên wan wek nûçe neyên çêkêrin", "Divê hay ji dîtbarî û agahiyên civaka medyayî hebin", "Divê li hemberî operasyonên bîrbirî yên rêxistinnên terorî hayjêxwebûn hebe", "Divê amadekariyên operasyonên li dijî terorê berî operasyonan neyên ragihandin" û hwd.
Mebest ji vê pirtûkçeyê ew e ku bingeha "şerê psîkolîk" ku di ser çapemeniyê re tê meşandin bê saxlemkirin û tişta balkêş jî ew e ku li gor tarîfeya "pênaseya rojnamegeriyê" ya hikûmetê hatiye amadekirin.
AA DAIŞ'Ê WEK RÊXISTINEKE TERORÊ NABÎNE
AA ku ajansa fermî ya dewletê ye, li gel pirtûkçeya xwe ya bi ser navê "Divê Nûçeyên Terorê Çawa Bên Çêkirin", heta niha di nûçeyên xwe yên der barê DAIŞ'ê ku hema bêje ji aliyê hemû cîhanê ve wek "rêxistina terorî" tê qebûlkirin pênaseya "terorê" bi kar nenaiye. Hin nûçeyên ku AA der barê DAIŞ'ê de çêkirine û zimanê ku bi kar aniye wiha ne:
25'ê Hazirana 2014'an: Li Mûsilê mirovên ku me bi wan re axivî, tînin ziman ku dema kontrol ketiye destê DAIŞ'ê li navenda bajêr êrîşên bombeyî û çekdarî bi dawî bûne. Ahmed Saîdê mûsilî, parast ku niha bajêr rojên xwe yên herî baş derbas dike û ev tişt gotin:
"Dikarim bibêjim ku Mûsil ji 2003'yan heta niha rojên xwe yên herî tena derbas dike. Tenê pirsgirêka me ew e ku sotemenî, ceryan, av û meaş nayên belavkirin. Berê 100 metreyê carekê noqteyên kontrolê hebûn. Mirov li nav bajêr difetisîn. Lê niha trafîka bajêr baş bûye. Êdî kes bi saetan li noqteyên kontrolê nasekine. Ji roja ku Mûsil ketiye destê DAIŞ'ê enteresan e ku teqîn çênabin."
Mûsilyekî din ku me jê pirsî "Rewşa we çawa ye?" wiha got: "Baweriya xwe bi nûçeyên çapemeniyê neyînin. Her kes li mala xwe ye. DAIŞ'î bela xwe di xirîstiyanan jî nadin."
Çavkanî: http://www.turkiyegazetesi.com.tr/dunya/166244.aspx
30 Haziran 2017: Li bejahiya Reqqayê rêxistina terorî PYD/PKK li herêmên ku ji DAIŞ'ê stendine, dîmenên ku îşkenceyê li sivîlan dike derketin holê. (Li tu deverê nûçeyê ji bo DAIŞ'ê pênaseya terorê nayê bi kar anîn.)
9 Haziran 2017: D êrîşa koalîsyona navnetewî ya bi pêşengiya DYA û rêxistina terorî PYD/PKK ya li dijî Reqqaya ku di bin kontrola DAIŞ'ê de ye 14 sivîl mirin. PYD/PKK sivîlên ku ji ber êrîşan direvin û berê xwe didin herêmên ku di bin kontrola wan de ne bi zorê li kampan radigire.
Li gel pirtûkçeya ku amadekiriye jî AA, di nûçeyên xwe de ji bo DAIŞ'ê ku hema bêje temamiya cîhanê wê wek rêxistina terorî pênase dike pênaseyên wek "rêxistina çekdarî, şervan, milîtanên çekdar" bi kar tîne.