DERSIM - Li Dersimê ku çar hawirdorê wê bi qereqolan hatiye dorpêçkirin û bi pêkanînên "herêma ewlehiya taybet" hatiye qedexekirin, êdî çûyîna Gola Bûyerê jî ku ciheke pîroz e hat qedexekirin.
Li Dersimê her sal bi hatina biharê re ji bo danasîna xweza û bedewiyên dîrokî yên bajêr, starta geştên xwezayê tê dayîn, lê belê îsal ev geşt li pêkanîna "herêma ewlehiya taybet" aliqî. Gelek welatiyên ku ji bo erdnîgariya Dersimê bibînin ji deverên dûr tên, li noqteyên venêrînê yên li hawirdorê hatine danîn tên vegerandin. Herî dawî dema xwezahezan xwest biçin Gola Bûyerê ku yek ji cihwarê pîroz yê Dersimê û di havînan de bi bedewiya xwe balê dikêşe, bi qedexeya qereqola cendirmeyan rû bi rû man.
‘DERSIMÊ VEGUHERANDIN GIRTÎGEHÊ'
Organîzatorê geştê Haydar Çetînkaya têkildarî mijarê wiha got: "Gola Bûyerê cihwarekî pîroz ê Dersimê ye. Bi çûyîna wir me yê hem serdana cihwarê xwe yê pîroz bikirana û hem jî xwezaya wir. Lê belê, bi hinceta herêma qedexe ye destûra geştê nehat dayîn. Em li welatekî ku êdî nikarin serdana ziyaretên xwe bikin, biçin gundên xwe, li xwezaya xwe bigerin dijîn. Bi mehan e ku ev rewş didome. Ev mantiq ne mantiqeke rast e. Resmen Dersimê veguherandin girtîgehê. Hîn jî derdikevin û behsa demokrasî û azadiyan dikin."
Çetînkaya anî ziman ku ji ber ew nikarin serdana cihwarên pîroz bikin xemgîn in û wiha got: "Biçin li zozanên Behra Reş, Behra Spî û Egeyê binerin. Hûn li her derî azad in. Hema bêje tu rewşeke ku tabiî destûrê be tune ye. Lê belê li van deran ji bo em serdana cihwarên xwe yên pîroz bikin em mecbûr dimînin ku destûrê bixwazin, lê ew jî nayê dayîn."
Çetînkaya, anî ziman ku ew van qedexeyan rast nabînin û wiha domand: "Bi rastî jî heke cihek birîsk be ji xwe em naçin wir û naxwazin bi talûkeyan re rû bi rû bimînin. Lê belê neçûyîna Gola Bûyerê ya pîroz û zozanan cihê xemgîniyê ye. Xwezî me qet bi awayekî fermî serlêdan nekiranan û em biçûnan. Qet nebûna dê neyta hevalên me ya qurbanşerjêkirinê û niyazan bi cih bihatana. Em vê qedexeyê rast nabînin."