WAN - Waniyan bertek nîşanî Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku li zîrweya G-20'ê ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş gotibû "terorîst" dan.
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan li bajarê Hambûrg ê Almanyayê di zîrweya G-20'ê de li ser pirsa rojnamgeran ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş wiha gotibû: "Ew kesên hûn dibêjin terorîstek e." Li ser vê gotinê raya giştî bertek nîşanî Erdogan dan. Welatiyên wanê jî diyar kirin ku vîna wan ne terorîst e, kesên ji Demîrtaş re dibêjin terorîst ew bi xwe terorîst in.
‘DI ŞEXSÊ DEMÎRTAŞ DE ÊRÎŞÎ ÇAND Û ZIMANÊ ME DIKIN'
Welatiyê bi navê Mahmût Aydin anî ziman ku di şexsê Demîrtaş de ji 6 milyon hilbijêran re "terorîst" hatiye gotin û wiha bertek nîşan da: "Ma qet vîna gelekî dibe terorîst. Vîna gel nabe terorîst. Ne qanûn û ne jî dewlet heye. Li vî bajarî terorîst tune ne. Kesên li ber xwe didin, doza azadiya xwe dikin hene. Hûn nikarin ji wan re bibêjin terorîst. Ji ber kesên doza azadiya xwe dikin li hesabê te nayên tu ji wan re dibêjî terorîst. Ne terorîst e. Dema diçim daîreya dewletê ji min re dibêjin bi kurdî neaxive. Zimanên îngilîz, almanî, fransî û hwd. tên axaftin. Ji bo çi zimanê me nayê axaftin. Ji vana re dibêjin tu terorîst î. Zimanê me yê dayikê ev e. A rast di şexsê Demîrtaş de ji zimanê me, çanda me re terorîst tê gotin."
‘DEMÎRTAŞ NE TERORÎST E'
Recep Şeker (63) jî ragihand ku ji dema avakirina komarê heta niha kurd û vîna wan nayên qebûlkirin. Şeker, got ku Şêx Seîd ji ber nasnameya xwe hat darvekirin, Demîrtaş jî ji ber nasnameya xwe niha di girtîgehê de ye û wiha domand: "Îro jî hemû cîhan Demîrtaş nas kir û qebûl kir. Îro ji Rojavayê re jî dibêjin terorîst. Ew jî ne terorîst in. Xaka tu kesî dagir nekirin. Zilm li kesî nekirine. Lê ev tiştên tên kirin zilm e. Îro Rêberê me xistine Girtîgeha Îmraliyê. Demîrtaş jî vîna me ye û 6 milyon kes deng dayê. Wî jî xistine girtîgehê. Bi vî awayî dest avêtine vîna me. Nahêlin ku em kurd hin tiştan bikin. Em ne terorîst in. Ji ber yekane muxalefet Demîrtaş bû ji wî tirsiyan û wî xistin girtîgehê. Tenê ne li Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê, li şaredaran, encumenan, hevserokên bajaran li me hemûyan zilmê dikin. Ew darbeyê pêk tînin. Vîna kurdan hebûn an jî nebûna kurda ye. Demîrtaş ne terorîst e. Yên îro zilmê dikin terorîst in. Demîrtaş pêşengê me ye û em girêdayî wî ne. Ne siyaset ne jî huqûq û edalet hiştine. Kî ne girêdayî wan be jê re dibêjin terorîst. Êdî ne dozger û ne jî dadwer mane. Vîna dadgehê tune ye û bi fermanan kar dikin. Demîrtaş ne terorîst e. Yên ji Demîrtaş re dibêjin terorîst ew bi xwe terorîst in."
Gorgun Toner (67) jî wiha got: "Ji kesên ne AKP'î re dibêjin terorîst. Yên zilmê dikin terorîst in. Ji kurdan ên ku koletiyê nakin re dibêjin terorîst. Demîrtaş pêşengekî kurdan e. Şaredaran, wî û yên din hemû xistine girtîgehê. Xwedê ji wan re nehêle. Her ku Demîrtaş tê bi sedhezaran kes pêşwaziya wî dike. Kesên neheqî û zilmê dikin terorîst in. Hevşaredar, parlementer hemû xistine girtîgehê ma ev hemû terorîst in?"
‘KESÊN KURDAN DI JÊRZEMÎNAN DE ŞEWITAND TERORÎST IN'
Kemal Gokçay (70) jî wiha got: "Parlementerên me, hevşaredarên me girtin. Zilmê li kurdan dikin. Demîrtaş parlementerê me ye. Çî wî heye, ji bo çi wî girtine. Dibêjin bi zimanê xwe neaxivin. Zilm û neheqiyê dikin. Ji ber ku Demîrtaş doza aştiyê dike û dibêje em misilman in bû terorîst. Kesên di jêrzemînan de kurdan şewitandin ma misilman in, ew terorîst in. Xwedê ev ziman daye min. Di şexsê Demîrtaş de ji zimanê me, çanda me re terorîst hatiye gotin."