AGIRÎ - Welatiyên ku serdana tirbeya ramanwerê kurd Ehmedê Xanî kirin, qeyûmê Şaredariya Bazîdê ku peykerê Xanî rûxandibû şermezar kirin.
Welatiyên ku li Bazîda Agiriyê serdana tirbeya ramanwerê kurd Ehmedê Xanî kirin, bertek nîşanî qeyûmê Şaredariya Bazîdê dan. Welatiyan daxuyaniya qeyûm ku gotibû "Bi şaşî hatiye rûxandin, di demeke herî kurt de dê li cihê xwe bê montekirin" bi bîr xistin û balê kişandin ser dema ku di ser rûxandinê re derbas bûye.
PEYKER LI KUDERÊ YE?
Rênas Guneş (23) ku ji bo serdana tirbeya Ehmedê Xanî hat wiha got: "Tim riyan çêdikin, lê belê tu carî peyker nedirûxiyan. Lê li tesadufê binihêrin piştî tayînkirina qeyûm, peykerê kesekî ku ji bo kurdan girambuha ye dirûxe. Ev ne rewşeke normal e. Ev bûyer polîtîkayeke asîmlasyonê ye. Dixwazin çanda mirovan tune bikin û wê ji dîrokê derxînin. Ew peykerê ku gotin em ê deynin cihê wî li kuderê ye? Em li qaqûbeta wî dipirsin?"
‘EM XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN'
Yilmaz Erdogdû ku tevî malbata xwe hatiye serdana tirbeyê, anî ziman ku ew her tim dawiya hefteyê serdana tirbeyê dikin û wiha got: "Ehmedê Xanî tenê ne ji bo kurdan, bûye malê hemû cîhanê. Kesê/a carekê tê vir careke din jî tê. Divê her kes xwedî li vî mirovê girambuha derkeve."
‘EV REWŞ NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Ahmed Yûsûf ku ji bajarê Duhokê yê Kurdistana Başûr ji bo serdana tirbeyê hatiye, anî ziman ku li Başûr jî peykerê Xanî heye û wiha got: "Lê belê li vir peykerê wî rûxandin. Ev neheqî ye û ev rewş nayê qebûlkirin. Divê demildest ev çewtî bê rastkirin."
Ramazan Ormanci anî ziman ku her ku ew firsendê dibîne serdana tirbeyê dike û ew dixwazin ku demildest peyker li cihê berê bê bicihkirin.
‘BERHEMÊN WÎ RIYA ME RONÎ DIKE'
Hasan Kahraman ku ji bo serdana tirbeyê ji Erziromê hatiye jî wiha got: "Xanî zatekî zaf mezin e. Alîkariya xizan, reben, neçaran kiriye. Berhemên ku ji me re hiştine riya me ronî dike. Bi taybetî jî divê hemû misilman xwedî li vî nirxî derkevin."