Bavê leşkerê ku DAIŞ'ê ew şewitand: 22 meh in encam nediyar e

ÎDIR - Bavê leşker Sefter Taş ku DAIŞ'ê ew şewitand, Aydin Taş diyar kir ku 22 meh in ku wî agahî ji lawê xwe nestendiye û rayedarên dewletê hemû serlêdanê wî bê bersîv hiştine. Bav Taş anî ziman ku wî lawê xwe daye dewletê, divê dewlet jî hesab bide wî.

Malbatên du leşkerên ku di 1'ê Îlona 2015'an de DAIŞ'ê ew rewandin û di 22'yê Kanûna 2016'an de jî dîmenên wan yê ku dema DAIŞ'ê ew dişewitandin derketin holê, bertek nîşanî bêdengiya dewletê dan. Aydin Taş, bavê Sefter Taş ku DAIŞ'ê ew şewitand, diyar kir ku 22 meh in ku wî agahî ji lawê xwe wernegirtiye û her ku serî li rayedarên dewletê dide bê bersiv tê hiştin. Bav Taş got ku wî lawê xwe daye dewletê, divê dewlet jî hesab bide wî.

'JI BO KURÊ ME WEK ŞEHÎD BÊ HESIBANDIN ME SERÎ LI DADGEHÊ DA, LÊ...'

Taş anî ziman ku dewletê bersiva kuştina lawê wan nade û çapemenî jî bêdeng kirine û wiha got: "Naxwazin civak pê zanibe. Niha em nizanin ku lawê me jiyana xwe ji desta daye yan jî na." Taş ragihand ku ji bo lawê wî wek şehîd bê hesibandin wan di 15'ê Gulana 2017'an de serî Dadgeha Sulhê ya Aralikê daye, lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.

'JI BER KU REWŞA ME YA ABORÎ NEBAŞ E EM NIKARIN PARÊZER JÎ BIGIRIN'

Taş diyar kir ku wan dîmenên ku şewitandina kurê xwe wek delîl berpêşî dadgehê kiriye û wiha berdewam kir: "Lawê min ji bo welat jiyana xwe ji dest da. 22 meh di ser bûyerê re derbasbûne, lê li holê tiştek tune ye. Dema ku em li rêveberên dewletê digerin ji me re dibêjin 'tu agahî di destê me de tûne ye, dibe ku dîmen montaj bin'. Çawa çêdibe ku tu agahî di destê wan de tûne ye. Min lawê xwe da dewletê lê dewlet der barê lawê min de tu agahiyan nade min." Taş anî ziman ku ji ber dîmenan derûniya hevsera wî xerabiye û bi dermanan li ser piya disekine û wiha got: "Ji bo em lawê xwe bibînin me hemû pereyê xwe xerc kir. Ji xwe em cotkar in, me ji derdora xwe bi deyn stendiye. Niha em di nav deynan de ne. Em nikarin parêzer jî bigirin. Lê rayedarên dewletê nabêjin ev mirine yan jî sax in."

HEKE YÊN HATIN ŞAWITANDIN LAWÊN SEROKWEZÎR BÛYANAN DÊ REWŞ NE WIHA BÛNA

Taş diyar kir wî serî li gelek cihan daye û dawiya dawî li Serfermandariya Giştî geriyaye, lê belê bi berhêlîkirina telefonê tam 5 saet ew eware kirine û wiha got: "Ji bo em gundî yan jî cotkar in li me nanihêrin. Lê heke yên hatin şewitandin lawên qonsolos, walî, parlementer an jî qeymeqam, serokwezîr bûnan dê rewş ne wisa bûna."