Berdan lê girtî xuya dike

MÊRDÎN - Abdullah Solmaz ku piştî cezayê wî yê girtîgehê qediya hat berdan, îdareya girtîgehê got "nasnameya te winda ye" û nasname nedanê. Solmaz ku li gel hemû hewldanan nasnameya xwe wernegirt hîn jî di pergala UYAP'ê de girtî dixuyê.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê kesê bi navê Abdullah Solmaz di sala 2009’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û 8 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Pêşî Solmaz şandin Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê û paşê jî ew sirgûnî Girtîgeha Tipa F a Şakranê kirin. 22 roj berê cezayê Solmaz qediya û ji girtîgehê derket. Dema derketinê rêveberiya girtîgehê bi hinceta “winda bûye” nasnameya wî nedanê. Li ser vê yekê Solmaz jî bo ku nasnameya xwe derxîne çû Gerînendetiya Nifusê ya Navçeyê. Lê ji ber ku hîn jî di Pergala Înformatîkê ya Tora Daraza Netewî (UYAP) de girtî xuya dike, nikaribû nasnameya xwe derxîne û jê re wiha hat gotin: "Heta wasiyê te nayê em nikarin nasnameyê bidin."

‘DOZGERIYÊ DAXWAZNAMEYA GILIYÊ ÇIRAND’

Solmaz ku ji ber rewşa heyî nikara bênasname derkeve derve û hîn jî wek di girtîgehê de be dixuyêbehsa rewşa xwe kir. Solmaz ragihand ku dema ew ket girtîgehê birayê wî A. Solmaz wekî wasî hatiye nîşandan. Solmaz got ku bi tu awayî têkiliya wî bi birayê wî re tune ye û her çi qas wî nexwestiye, lê dîsa jî birayê wî wek wasî hatiye nîşandn û wiha domand: “Ji ber ku têkiliya me bi birayê min re tune ye jî ev pêk hat. Di girtîgehê de ji ber ku em bi hev re neaxivîn tu alîkariya wi negihişt min. Li ser gotina gerînendetiyê min bangî wî kir,, lê got ‘karê min heye’. Min daxwazname ji girtîgehê re jî şand lê hêj bersiva min nehatiye dayîn.”

Solmaz ragihand ku ew ji bo rêveberiya girtîgehê gilî bike çûye cem Serdozgeriya Dêrikê jî û îdia kir ku serdozgeriyê daxwaznameya giliya wê çirandiye û guh nedayê.

‘JI BER KU GIRTÎ XUYA DIKIM NIKARIM BIÇIM KONTROLÊ'

Solmaz dest nîşan kir ku careke dema ji bo hevdîtina hevalê xwe derketiye derve ji ber ku nasnameya wî tune bûye hatiye binçavkirin û wiha got: “Ez niha hema bêje li Dêrikê girtî me. Nikarim herim nexweşxaneyê. Ji ber ku 3 car lingê min hatiye emeliyatkirin divê biçim kontrolê. Lê mixabin nasname tune ye û hûn jî di pergalê de wek ku girtîbim dixuyêm."