Şahidê Komkujiya Geliyê Zîlan axivî

NAVENDA NÛÇEYN - Kalemêrê kurd Osman Îlerî yê di sala 1923’yan de li Geliyê Zîlan gundê Exsê ya Erdîşa Wanê ji dayik bû, serboriya xwe vegot. Îlerî aşkera kir ku dema komkujiya Geliyê Zîlan pêk hatiye, 11-12 salî bû û di nasnameya wî de dîroka ji dayikbûnê wekî 01.07.1923 derbas dibe û di sala 1923’yan de ji xwe Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin. Osman da zanîn ku ew du salan piştî avabûna komarê hatiye dine. Osman Komkujiya Geliyê Zîlan çawa pêk hatiye û gundên herêmê çawa hatine qirkirin yek bi yek vegot.

Yek jî komkujiyên herî mezin jî Komkujiya Geliyê Zîlan e. Kalên îro emrê wan ji nêzî 100 salî ne, hêj wehşetên wan salan wekî îro di xewn û xeyala wan de ye. Ne qêrîna jin û zarokên di komkujiyê de hatin qetilkirin ji guhê wan dertê, ne jî dîmenên talan, şewitandin û rûxandina keda bi hezaran salan li ber çavên wan diçe. Di her qurmîçîneke di rûyên wan de êş û elema bi dehan salan veşartî ye, dema di wan newalên komkujî pêk hatî re derbas dibîn, diayan ji bo xizmên xwe dixwînin û bi xeyalên roja komkujiyê çavên wan ji dûûrrr ve rê dikişîne. Belê ne Dersim, ne Agirî, ne Zîlan û ne jî bi dehan komkujiyên li dijî kurdan ji bîra wan diçe.

Kalepîrê bi navê Osman Îlerî behsa serpihatiyên xwe yên dema Komkujiya Geliyê Zîlan kir. Îlerî dibêje ku di dema komkujiyê de heke şaş nebe ew 11-12 salî bûye, di wî temenê zarokatiyê xwe de, hemû wehşeta dewleta tirk bi çavê xwe dîtiye. Aşkera dike ku wê demê hin malên wan li zozanan bûne, hin mal li gund, balafirên dewletê çawa hatine, malên wanên li zozanan, pez û dewarên wan, kedkar û şivanên wan çawa hatine qetilkirin, yek bi yek ji mere parve kir. Kalê Osman axaftina xwe ya destpêkê bi birîndariya kalê xwe yê Ahmê dest pê dike û wiha dibêje: “Mihyedînê kurapê min li ber bexan bû, kalê minê Ahmê pêş wî ve hatibû. Li jora gundê me herêma bi navê Warê Keviran heye, li wir leşkeran kalê min gulebaran kiribûn, kalê min ji tiliyên piyên xwe birîndar bûbû. Tiliyên wî tev firiya bûn. Di piyên wî de çarix hebûn.”

EM LI ZOZANAN BÛN

Kalê Osman aşkera kir ku malên wan wê demê li zozanan bûne, kêliyên hatina balafirên şer û bombebarana li zozanan wiha tîne ziman: “Navê zozanên me Kaniya Pûtê ye, malên me li zozanan bûn, teyare hatin bombeyek avêtin êla me. Li jêra êlê lîçoqek heye, bombeya teyarê li wê lîçoqê ket û têde winda bû. Ev bombe neteqiya û hêj ew bombe di wê avzêmê de ye. Li ser mere fetilî ber bi gundên Zorava û Yekmalê ve çû. Ev her du gund qasî 2 kîlometreyan dûrê zozanên me ne. Wê demê dewarên gundê Yekmaleyê di navbera Zorava û Yekmaleyê de li mozelanê bû, yanî mexel hatibû. Teyareyê bombeyek li nav garana dêwêr da, gavanê gund kurê Ahmedê Taho bû, ew jî di bombebaranê de hat kuştin.”

GUNDÊN JÊRÎN HEMÛ SERÊ WAN JÊ KIRIN

Kalê Osman diyar kir ku Geliyê Zîlan xwedî bi dehan gunda ye, gundên jêra gundê wan tev hatine qetilkirin, di vê der barê de jî wiha dibêje: “Gundên li herêma Geliyê Hemoya, Qurçem, Hesenevdal, Kewşen, Şarbazar, gelek ji van gundan hatin kirkirin û yên revîn jî gelek bûn. Welatiyên li herêma çiqa Bekiran tev komkirin, birin û li Komirê newalek heye, ji vê newalê re dibînin Newala Fedê, hemû li wir berhev kirin û makîne li wan girêdan, hemû di wê newalê de kuştin.”

6 GUNDÊN ÎSKAN DI KOMKUJIYÊ RE DERBAS KIRIN

Kalê Osman destnîşan dike ku komkujiyeke mezin li herêma Îskan jî pêk hatiye, (Îskan navê eşîreke li herêma Serhedê ye û tê gotin ku li 6 gundên Îskan komkujî pêk hatiye, hin kes behsa 8 gundan dikin), der barê qirkirina van gundan de jî van bîranînan tîne ziman: “Li vê çiqa Îskan gundên wekî Pirzeşîn, Birhan, Sogitlî, Qardoxan, Mixare û Kele hene, ev hemû komkirin anîn li herêma Harayê (li Harayê niha afgan hatine bicihkirin) gundê Dînê Memo heye jêre dibêjin Milkê, ev hemû jî li vir kuştin. Bi jin û zarokan ve. Tev bi çekên giran hatin qetilkirin.”

LI ADA XEYBÊ JÎ HEMAN WEHŞET

Kalê Osman der barê hovîtiya dewleta tirk a li gundê Hesenevdalê de jî agahî dide, piştrast kir ku hemû şêniyên Hesenevdalê li herêma Ada Xeybê berhev kirine û ji vir û pêde jî ew behsê dike: “Hemû mirovên li Hesenevdalê li Ada Xeybê berhev kirin, ev herêm di demên dawî de dora wê hatiye sûrkirin. Hemû li wir dan ber guleyan û hemû li wir kuştin.” Berî çend salan dora cihê komkujiyê hatibû sûrkirin, lê ji ber ku cihê komkujiyê di hişê mirovan de çê dikir, dewletê ev sûr tev rûxand.

EW ÇAWA JI KOMKUJIYÊ RIZGAR BÛ?

Kalê Osman da zanîn ku dema ew ji gundên xwe derketin ber bi jêr ve çûne, komkujî bi çavên xwe dîtine û wiha pê de çû: “Em ji rojda ber bi Hesenevdalê ve diçûn. Me dît ku makîne li wan girê dane. Wê em jî bikuştana, Ape Mele Haşem nehîşt. Gelek welatiyên li wan derûdoran ji hêla Mele Haşem ve hatin rizgarkirin. Mele Haşem li gel Derwêş Begê kaxizek girtibû, têde fermanek ji bo qumandaran hatibû nivîsandin. Sê firqe leşker (ji lê aliyan ve) ketibû Geliyê Zîlan. Ji Geliyê Bekiran, Geliyê Hemoyan û Geliyê Hecî Dêryan ve gund dorpêç kiribûn. Ji nişkave lê dan, kesî nizanibû çawa çêbû. Hin mirov revîn xwe li çolê xistin, yên hatin zevtkirin tev hatin kuştin. Yên li çolê man çawa bûn, gura xwar, hirça xwar, kes nizane. Niha jî li Ada Xeybê qaqotên seriyan derdikevin.”

DEWLETÊ HER TIŞTÊ WAN DESTESER KIR

Kalê Osman piştrast kir ku hemû mal û milkên wan, pez û dewarên wan ji hêla dewletê ve hatiye desteserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî kalê Mele Haşem bi kaxiza li gel fermandar vegeriya, em ji zozanan dageriyan, dewletê dest danî ser pez, dewar û malê me. Ew tev kirin gomrik malî. Di destê malbatan de tenê cilikek ma. Em wê şevê çûn li herêma Qerexaca (di navbera gundên wekî Doxançî, Hesenevdal, Exs û Şarbazarê de ye) em wê şevê li wir man heta sibehê. Mele Haşem bi hespê xwe walî walî diçe û dihat. Yên birîndar û sax li wan gelî û newalan berhev dikir û digihande me. Em bi hev re çûn Erdîşê. Her kes mirovê wî û dostê wî hebû. Yên gihiştin mirovên xwe ji wir barkirin, yên mayî gelekên wan hatin sirgûnkirin.”

WELATÎ SIRGÛNÊ KU KIRIN?

Kalê Osman bi bîr xist ku gelek welatî jî hatine sirgûnkirin, der barê sirgûnê de jî van tiştan dibêje: “Gelek girtin şandin hefsa Edeneyê. Li vê herêmê Selmanê Mirad birin, Husoyê Misto birin, 3-4 kes birin.” Kalê Osman da zanîn ku Adnan Menderes ji bo vegerê efû derxistiye û wiha pê de çû: “Bi efûya Menderes, ew girtiyên sirgûnkirî jî hatin berdan, emir da û got ku bila her kes biçe çihê xwe. Em wê demê li Qoçkupriyê bûn. Em cîranê Tahirê Qasim bûn. Wê demê axaler hebûn, em jî di nav de gelek kesan xwelamtiya (kole) wan dikir.”

ZILMA AXAYÊN WÊ DEMÊ

Kalê Osman der barê zilma axayên wê demê de jî bîranînên xwe vedibêje, ka em zilma axayên bi dewleta tirk re bûne yek û wekî cerdevanên îro bi salan xwîna birayên xwe mêtine ji devê wî bibihîsin: “Axayên wê demê zilmeke mezin li me dikirin, heqaret û çi bêjî. Milîsên wan hebûn, li gundên wekî Qeremêlix, Xocalî û Akrakê milîs hebûn û xwedî tehsîl bûn. Dema malbatekê genimê xwe dida seradê, dihatin di destê wan de textikekî bi yazî (nivîs) hebû. Dora wî genimî tev nîşan (kifş) dikir. Ji bo kes jê nedize. Ji 10 tenekan 1 dida wan. Yekê qîza xwe bida mêr, Sidîqê Heso (axayê wê demê) gayek ji wî distand. Yekê kurê xwe bizewicanda, gayê axatiyê ji wan distand. Bi dewletê re bûn û hevkariya hev dikirin.”

Li ser pirsa ji gundê we (Exsê) kes hate kuçtin? Jî kalê Osman ev bersiv da: “Na Mele Haşem nehîşt. Mele Haşem miftiyê mizgeftê bû. Di herêmê de navdar bû. Bi hewldana wî li gundê me komkujî pêk nehat.”

QASÎ 35 GUND HATIN QIRKIRIN

Kalê Osman di dawiya axaftina xwe de got ku “Qasî 35 gundên herêmê bi tevahî hatiye qirkirin” û navê hin gundên ku di bîra wî de mane wiha rêz kir: “Ji herêma Hecî Dêrya gundên wekî Gomik, Sarko, Birhan, Pirneşîn, Qardoxan, Kele, Mixare, Pelexlî û gelek gundên din. Li herêma Bekiran, (Berkiran eşîreke herêma Serhedê ye) Qoçkuprî, Çaxirbeg, Babazeng, Xorxûs, Îlanî, Komir, Cirgeşîn, Papişkîn û gelek gundên din, bi giştî 35 gund bi tevahî hatin qirkirin.”

25 SALAN GELIYÊ ZÎLAN QEDEXE KIRIN

Kalepîrê kurd aşkera kir ku Geliyê Zîlan 25 salan qedexe bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev herêm qedexe bû, ji derveyê leşkeran kes nikaribû bikeve herêmê. Gelek kesan malên xwe bar kirin û çûn îçeriyê (bajarên Tirkiyeyê) nema hatin. Çûn bajarên wekî Çanakkaleyê. Em demeke dirêj li gundê Qoçkupriyê man, gelek ap, met û kalên min li wir mirin. Niha her du Qoçkuprî jî di bin avê de mane, ji ber Bendava Qoçkupriyê gundê me di bin avê de ma. Gorên gelek xizmên me di binê avê de man. Dîsa gundên wekî Gomik û Sarko di binê bendavê de man. War û halê me tev talan kirin.”

BEHSA 47 HEZAR KESÎ TÊ KIRIN

Komkujiya Geliyê Zîlan di 13’ê Tîrmeha 1930’an de pêk hat. Di pêvajoya berxwedana Çiyayê Agiriyê de, 9’emîn Kolordiya di bin fermandariya Ferîk Salîh Omurtak de “Tevgera Agiriyê ya Sêyemîn” hat destpêkirin û kurdên li Geliyên Zîlan jî di vê komkujiyê de hatin qirkirin. Li gorî daneyên Rojnameya Cumhuriyetê ya di 16’ê Tîrmeha 1930’an de hatine weşandin, 15 hezar kes hatine qetilkirin. Li gorî nivîskarê kurd Hesen Hîşyar Serdî yê di berxwedana Agiriyê de birîndar bûye, ji gundên Ademan, Sipkan, Zîlan û Hesenan bi giştî 47 hezar kurd hatine qetilkirin.

Murad Sekmen - dihaber