AMED - Serokê Giştî yê OSP Sinan Çiftyurek, diyar kir ku êrîşên pêkan ên li dijî Efrînê dê bê encam bimînin û çawa ku kurd li Kobanê xwedî derketin dê li Efrînê jî xwedî derkevin.
Di demên dawî de êrîşên Tirkiye yên li dijî Efrînê û herêmên Rojava yên bi hawan, top û çekên giran zêde dibin. Heta niha di êrîşên TSK'ê de gelek kurdan jiyana xwe ji dest dan û gelek kurd birîndar bûn.
Piştî hêzên kurd di pêşengiya QSD'ê de li Reqqa pêşve diçin û hêzên DAÎŞ'ê têk dibin, Tirkiye jî êrîşên xwe yên li dijî Efrînê zêde kir. Her roj Serokê AKP'ê Erdogan li dijî Efrînê û Rojava diaxive û gefan li hêzên kurdan û destkeftiyên kurdan dixwin. Li dijî êrîşên TSK'ê û hewldanên Tirkiye bi sed hezaran Efrînî meşiyan û helwesta Tirkiye şermezar kir. Tirkiye ji bo sînor derbas bike bi Rusya, DYA û Îranê re hevdîtinan dike û dixwaze êrîşî Efrînê bike.
Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) Sinan Çiftyurek, diyar kir ku ne hêsan e ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike û ger ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike kurd dê li çar perçeyan li Efrînê xwedî derkevin.
Çiftyurek, anî ziman ku bi mehan e bajarên Cerablus, Azez, Dabıq, El Bab di bin dagirkeriya OSO û Tirkiye de ye û wiha got: "Têkiliya Efrîn û Kobanê ji hev qud dikin. Niha jî êrîşî Efrînê dike. Rejîma tirk ku heta duh digot em dê bu kurdan re bimeşin û mezin bibin, li pêş armancên emperyal dibeziya. Piştî ev hedef bi ser Suriye bi ser Rojava û Kurdistana Başur de hilweşiya li hundir li dijî kurdan şer da destpêkirin. Kurd kirin hedef. Efrîn di navbera Başûr û Rojava de pira Deryaya Sipî ye. Deriyê kurdan ê Navneteweyî ye. Ji ber vê yekê Tirkiye naxwaze ev pir ava bibe. Tirkiye bi hişmendiya 'Kurd dê bi alîkariya DYA korîdora Deryaya Spî vekin û dê dewleta kurdan ava bikin' tev digere. Ji ber vê yekê bi riya Efrînê dixwaze hemû Rojava dagir bike. Dixwaze dagirkeriyê kûr bike û fireh bike. Dixwazin bi van êrîşan û dagirkeriyê hêza kurdan bişkîne. Li ser navê şêrê bi DAÎŞ'ê de armanc dike ku li dijî hêzên kurd û YPG’ê şer bike. Lê ger ku êrîşî hêzên kurdan bike dê bertekên hêzên navneteweyî jî zêde bibe. "
Çiftyurek, anî ziman ku ger Tirkiye êrîşî Efrînê bike, dê gelê Efrînê jî axa xwe biparêze û di ber xwe bide û wiha got: "Dibe ku Dewleta Tirkiye bi hêz be. Lê gelê kurd û Efrînê di doza xwe de mafdar e. Dê war û axa xwe biparêze. Çawa ku DYA dewleta cîhanê ya herî bi hêz bû di dagirkirina Vietnamê de têk çû û encam negirt, Tirkiye jî encamê nagire. Ji ber ku gelê Vietnamê mafdar bû bi ser ket. Gelê Efrînê ji mafdar e û dê bi ser bikeve. Gelê kurd jî dê li çar aliyan dengê xwe bilind bike û li Efrînê xwedî derkevin. Ger ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike, dê AKP êdî nikaribe piştekê ji kurdan bigire. Şer dê darbeyek mezin li aştiya civakî û aboriya Tirkiye bixe. Dê bertekên gel ên li dijî hikûmetê zêdetir bibe. Ji ber vê yekê Dewleta Tirkiye di êrîşa Efrînê de encam bi dest naxe."
Çiftyurek, anî ziman ku ji ber Rûsya ji hevkariya DYA û PYD'ê bêzar e dixwaze bi darê Tirkiye kurdan bitirsîne û wiha got: "Rûsya û DYA dixwazin Sûriye li hev parve bikin. Niha tê dîtin ku Rusya û DYA Sûriye rojhilat û rojavayê Firatê li hev parve kirine. Ger ku Tirkiye karibe Rûsya îkna bike dê dîsa bi hevkariya OSO êrîşî Efrînê bike.
Lê ger ku êrîş bike jî gelê kurd çawa li Kobanê xwedî derketin û li her derê kurd rabûn ser piyan dê li Efrînê jî xwedî derkevin. Kurd çawa li Kobanê bi ser ketin dê li Efrînê jî bi ser bikevin. "
Çiftyurek, herî dawî anî ziman ku di demek kurd de gelek tişt tên guhertin û li aliyekî hewldanê Yekitiya Neteweya Kurd li aliyekî Iraq, Sûriye, li aliyekî DAÎŞ, Nijadperetiya ereban, lîstikên Tirkiye û Îran hemû li ser pev pêş dikevin. Divê gelê me li dijî hemû dagirkeriyan û lîstikan amade bin. Divê li dijî dagirkirina Efrînê amade bin.
Aziz Oruç – dihaber