Parêzerê Ocalan: Em rewşa Ocalan 'Winda' bi nav dikin

STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, bal kişand ser rewşa muwekilê xwe Ocalan ku agahî jê nayê girtin û wiha got: "Êdî têrê nake ku mirov ji nêzîkatiya li hemberî Ocalan re bêjin 'tecrîd'. Em vê rewşa Ocalan weke "winda" bi nav dikin.

Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê parêzer Cengîz Çîçek, têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî. Çîçek, diyar kir ku gotina "tecrîdê" êdî têra pênasekirina rewşa Ocalan nake. Parêzer Çîçek, destnîşan kir ku rewşa Ocalan di nav de ye ji tecrîdê jî wêdetir e.

Çîçek anî ziman, ku dema ew bala xwe didin ser 18 salên çîroka Îmraliyê ku Ocalan lê girtî ye, dibînin ku dewlet tu carî li gorî qanûnên xwe tevnegeriya ye û tecrîd ji roja destpêkê ve li ser Ocalan heye û kiryarên ne exlaqî didomin. Çîçek diyar kir, ew wekî parêzerekî diçû Îmraliyê û dihat, ev rewş baştir dîtiye û wiha axivî: "Ya ku li Îmraliyê hate binpêkirin ne tenê nirxên exlaqî û însanî ye. Ya ku li Îmraliyê hate binpêkirin sîstema 'dewleta hiqûqê ye' ku dewleta Tirk timî bi vê yekê pesnê xwe dide."

'LI ÎMRALIYÊ TÊKOŞÎNEKE DIJWAR DI NAVBERA DU XETÊN POLÎTÎK HEYE'

Çîçek da zanîn, li Îmraliyê tecrîd her tim hebû û demên berê pêkhatina hevdîtina parêzeran a car caran, nayê wê wateyê ku tecrîd hingî tinebû û mafên hiqûqî dihate naskirin. Çîçek destnîşan kir, ku li Îmraliyê têkoşîneke dijwar di navbera du xetên polîtîk de heye û wiha berdewam kir: "Xeta Ocalan ti carî teslîm nebû, lê belê dewletê êrîşên xwe yên li dijî Oclaan her tim dewam kir. Di nava sala dawî de dewletê ev êrîşên xwe mezintir kir. Wê gelekî hêsan û sivik be ku mirov ji kiryarên li dijî Ocalan re tenê bêjin 'tecrîd'. Birêz Ocalan û sê hevrêyên li gel wî ne, niha winda ne. Ez dikarim vê yekê bi hêsanî bêjim; Çar mehkûmên şoreşger, li girtîgeheke giravê ku dewlet weke girtîgehê bi nav dike, ev saleke winda ne. Ti têkiliya wan bi cîhana derve re nîne, kes nikare xwe bigihîne wan. Li nava derya Marmarayê, di nava pêkanînên ji yên Gûantanamoyê jî girantir de, ne."

'EM REWŞA OCALAN WEKÎ WINDA DIBÎNIN'

Çîçek anî ziman, ew ji niha û pê ve rewşa Ocalan weke 'winda' dibînin û wiha le zêde kir: "Tecrîd ji bo astengkirina hin mafan dikare bê gotin. Lê belê li holê astengkirina hin mafan nîne. Ya tê kirin, astengkirina hemû mafan e û Birêz Ocalan winda ye." Parêzer Çîçek bibîr xist, Ocalan li girava Îmraliyê di nava şert û mercên neyînî yên tenduristiyê de tê girtin û wiha axivî: "Birêz Ocalan di sala 1949'an de ji dayik bû, 68 salî ye. Lewma ji aliyê fîzîkî ve Ocalan nikare êdî şert û mercên giran ên tecrîdê rake."

Çîçek da zanîn, mekanîzmayeke ku karibin pê sîstema heyî ya Îmraliyê lêpirsîn bikin, agahiyan bigirin nîne û wiha bi dawî kir: "Parêzerên wan nizanin bê mirovên li wê derê dijîn ya jî najîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim bûye hedefa bingehîn a êrîşên dewletê. Êrîşên dewletê ewilî li Îmraliyê hatiye kirin. Mahpûsiya polîtîk îro li Tirkiyeyê ne tenê li girtîgehên bejahî ye. Divê em HDP vê bixin rojeva xwe. Mahpûsiya polîtîk ne tenê li girtîgehên Kandira, Amed, Bolû ye. Li vî welatî rastiyeke Îmraliyê heye. Yanî wê kêm be ku tenê mirov giraniyê bidin ser rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên bejahî."