RIHA - Li taxa Bahçelîevlerê ya Rihayê rojê 2-3 caran ceryan diçe. Esnafên taxê bertek dan nîşan û gotin ku "Bajarê herî zêde ceryanê diafirînine Riha ye , lê bajarê me bê ceryan e."
Mehek e taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Hîlaliyê ya Rihayê bi pirsgirêkên ceryanê re rû bi rû ye, welatiyên taxê tengesiyên mezin dikşînin. Keyayê taxê Îsmaîl Dagbaşi da zanîn ku ji ber çûyîn û hatina cereyanê, alavên elektronîk ên welatiyan dişewitin, ji ber vê welatî mexdûr in.
'PERE DIGIRIN LÊ XIZMET TUNE’
Erdal Tîmur li taxa Bahçelîevlerê kafeyê dide xebatê, da zanîn ku ne tenê esnaf, tax bi giştî ji bê ceryanê aciz e. Tîmur piştrast kir kuk Şirketa Anomîn a Belavkirina Ceryayê ya Dîcleyê (DEDAŞ) di dema xwe de mudaxaleyê erzeyan nake, dema ew digerin jî dibêjin dê bên, lê piştî 2-3 saetan tên herêmê. Tîmur da zanîn ku ji ber erzeya ceryanê ya berî çend rojan, cîhaza wî ya buhayê wê 7 hezarî şewitî ye û wiha got: "Ez fatûreya ceryanê di dema wê de radizînim. Ji ber ceryan tune, em klîmayê nikarin bidin xebatê, dema hundur germ be, kes nayê serdana me."
BAJARÊ CERYANÊ BÊ CERYAN E!
Saît Urun jî esnafê taxê ye û aşkera kir ku rojê 2-3 caran ceryan diçe û wiha pê de çû: "Ji xwe li Rihayê hilberîna ceryanê tê kirin, em hilberîna ceryanê dikin, lê ceryana me tune. Em dixwazin ji ber vê rewşê jeneretoran bistînin, lê mazot jî gelek buha ye." Welatiyê bi navê Ûsmaîl Dagbaşi jî got ku "Qutbûna ceryanê esnaf mexdûr kirine" û ev tişt got: "Ji ber qutbûna ceryanê em gelekî zerarê dikin."