REQQA – Operasyona ku QSD'ê bi navê "Cenga Mezin" li dijî DAÎŞ'ê li Reqqa dimeşîne, di roja 37'an de didome. Şer bi dijwari didome. Li ser dîwarekî Reqqayê bi nivîsa erebî “Kobanê ji bîr neke" nivîsandin.
Şerê Quweta Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi navê "Cenga Mezin" li Riqqa li dijî DAÎŞ'ê şer da destpêkirin. Şer di roja 37’an de bi hemû hêza xwe berdewam dike. Şer li rojava û Başûr didome. Şervanen QSD'&ê piraniya bajar xistin bin kontrola xwe. QSD'ê li Rojhilatê Reqqa û Reqqa berê bi tevahî xistiye bin kontrola xwe. Li Eniya Rojava jî li taxên Deriyê û Hattîn pêş dikevin. Li eniya Başûr jî xetên DAÎŞ'ê yên îkmalê qut kirin û dorpêç kirin.
ENIYA ROJAVVA
Şervanên QSD'ê ku li Eniya Rojhilat şer kirin Sûrên Reqqa û kelehên Harun Reşid ji sedî 80 xistin kontrola xwe. Armanc dikin ku bi tevahî kelehê ji destê DAÎŞ'ê derxin. Wekî Deriyê Bextê tê zanîn. Şervan li vir nêzî embara mezin a genim dibin.
ENIYA ROJAVA
Şervanên QSD'ê li Eniya Rojava di navbera taxên Nehda, El Berid û Hattinê de bi cih bûne. Li qada ku wekî “Sêgoşeya Şeytan" tê zanîn bi cih bûne. Li vir hêza DAİŞ'ê şikest. Piraniya taxên Hattîn û El Berîd ket kontrola QSDê. Şervanêq QSD'ê li vir hemû êrîşên DAİŞ’ê pûç kirin.
ENIYA BAŞÛR
Şervanên QSD'ê li xeta Başûr pira di navbera Reqqa û Dêra Zor de qut kirin û hemû rêyên îkmalê yên DAÎŞ'ê qut kirin û bajar xistin dorpêça xwe. Gundên İcêl û Kesrit El Mihemed ji destê DAİŞ'ê rizgar kirin.
KOBANÊ û REQQA
Li Reqqa operasyon didomin. Li taxên ku ji destê DAÎŞ'ê hatin azadkirin, welatiyên Reqqayîe jî di destê DAÎŞ'ê tên azadkirin. Welatiyên Reqqa ku 5 salin di bin dagirkeriya DAÎŞ'ê de ye êdî vedigerin jiyana asayî û bêhnê distînin. Heta niha bi hezaran ciwanên ereb, kurd û turkmen û Kobanê li dijî DAÎŞ'ê di eniya şerê li dijî DAİŞ’ê de cihê xwe girtin. Roj bi roj li kolanê Reqqa dengê "Kobanê" bêtir bilind dibe.
SERPÊHATIYÊN KOBANÊ JI BÎR NEKE
Li taxên ku QSD'ê ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirine jî nivîsên "Tiştên ku li Kobanê pêk hat ji bîr neke" nivîsandin û ev nivîs balê dikişîne.
Nazım Daştan - dihaber