HATAY – Li ser sînorê Efrînê 22 heremên ewlehiya taybet hat îlankirin. Li ser sînor fermana yên kîlometreyek nêz bibe “Lêde” hatiye dayîn. Hat zanîn ku li vê herema sînor di 6 salên dawî de liv û tevgera leşkeran pir zêde bûye.
Tirkiyê li ser sînorê Efrînê veguhestina leşkerî ya ku heta nehatiye kirin pêk tîne. Li ser sînorên navçeyên Reyhanli, Karahan û Hassa yên Hatayê bi sedan tank û hezaran leşker hatin bicihkirin. Tirkiye hem li sînor hem jî alîkariya OSO’yê êrîşî gundên Efrînê dike.
22 HEREM QEDEXE KIRIN
Hat zanîn ku di 6 salên dawî li ser sînorê Efrînê sewqiyata herî zêde ya leşkerî pêk tê. Li herema navçeyên Reyhanli, Kirikhan û Hassa 22 heremên ewlehiya taybet hatin îlankirin. Ev herem hemû li hember Efrînê ne. Tê îdakirin ku êrîşek dest pê bike dê ji vê heremê hêz bê dayîn. Têketina van hereman qedexe ye. Berî ku ji sînor re 4 kîlo metre bimîne nokteyên polîs û leşkeran hatine dayîn.
FERMANA ‘LÊDE’ YA BÊ HIŞYAR
Leşkerek nexwest navê xwe bide diyar kir ku li ser sînorê Efrînê leşker, tank, hewan û top hatine bicihkirin. Leşker da zanîn ku kesî nêzî sînor nakin û wiha got: “Bi taybetî berî kîlometreyek ji sînor re bimîne, fermana bêyî hişyariyê ya ‘lêde’ hatiye dayîn.”
GUNDÎ NIKARIN BIÇIN ZEVIYÊN XWE
Gundiyên heremê dan xuyakirin ku heta ew ji qereqolên hidût destûrê nestînin nikarin biçin nav zeviyên xwe û dema ew diçin nav zeviyan jî kêlî bi kêlî ji aliyê qereqolan vê tên şopandin. Mehmet Durmaz ê ji gundê Perîşana bi ser Kirikhanê ve li hember vê rewşa heyî nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Heta îro tu pevçûn û êrîş pêk nehatiye. Lê sewqiyat tê kirin. Em ji vê fêm nakin. Mirov nikarin biçin zeviyên xwe û em bêzar bûne.”
JI MAŞÎNEYÊN LEŞKERÎ DERBAS NABE
Li vê herema Reyhanli û Kirikhanê mirov nikare ji maşîneyên zirxî yên leşkeriyê derbas bibe û li gelek gundan bi dehan tank hatine bicihkirin.
LI ATMEYÊ LIV Û TEVGER
Li bajarê Atme yê bi ser Îdlîbê ya li hember navçeya Reyhanli liv û tevgerek zêde li ber çavan xuya dike.