AMED - Leşker Nedîm Abeş ê li Qereqola Cendirmeyan a Kula hat îdîakirin 3 leşker kuştin û pirtre întîhar kiriye' li Amedê hat defin kirin.
Leşker Nedîm Abeş ê duh li Fermandariya Cendirmeyan a Kule ya Manîsayê dema nobet digirt, hat îdiakirin ku 3 leşker kuştin û 3 leşker birîndar kirin û piştre întîhar kiriye li Amedê hat defin kirin. Piştî otopsiya cenazeyê Abeş, malbatê cenaze wergirt û ji Manisa anîn Amedê. Malbatê cenazeyê kurê xwe Abeş li Goristana Yenîkoyê defin kirin. Xizm û malbata Abeş di bin dorpêça polîsan de Malbatê bi zimêr û hawarê kurê xwe defin kirin. Polîsan destûr neda ku çapemenî nêzî goristanê bibe. Malbatê jî birsên rojnamegeran nebersivandin.