AMED - Li Amedê 6 kesan di sala 2013'an de xwe wekî polîs dabûn nîşan û li dijî jinekê êrîşa zayendî pêk anîbûn û hevala wê jî xesp kiribûn, 335 sal û 4 meh ceza li tecawizkaran birîn.
Doza êrîşa zayendî ya li dijî jina bi navê S.B. (33) û hevalê wê Î.Ç. ku demek dirêj e berdewam dike, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtn. Bersûcên girtî Abbas Çakil, Mehmet Sîraç Akinci û Mehmet Salih Çakil jî tev li dozê bûn, lê 6 kesên din tev li dozê nebûn. Ji derveyê parêzeran, dozger kes negirt dozê. Bersûcan mafê axaftinê girtin û wekî berê gotin ku tu eleqeya wan bi êrîşa zayendî re tune.
Dozger mutalaya berê der barê dozê de dabû, dubare kir û ji her yekê re 55 sal cezayê girtîgehê birî.
Di 26'ê Mijdara 2013'an de jina bi navê S.B. bi hevalê xwe yê mêr Î.Ç. re li ser rêya Amed-Rihayê di erebeya aydê Î.Ç. de ji xwe re diaxivîn, 4 kesên nêzê wan bûn xwe wekî polîs dan nîşan û ew desteserkirin. Bi amûrên li gel xwe anîbûn, S.B. û Î.Ç. bê bandor kirin, bi maşîneya wan ew birin herêma seyranê ya Devegeçîdiyê û li wir S.B. îstismar kirin. Tecawizkaran bi rêya telefonê bangî hin kesên din jî kirin û wan jî îstismara zayendî pêk anî. Êrîşkaran hevalê S.B., Î.Ç. jî derb kirin û dest danîn ser telofon û alavên wî. Êrîşkaran piştî êrîşa zayendî, hejmara telofona S.B. jê girtin û ew serbest berdan. S.B. û Î.Ç. piştre serî li qereqolê dan û der barê tecawizkaran de serlêdana sûc kir. Polîsan di lêpirsînê de xwe negihand nasnameya bersûcan. Kesên êrîşa zayendî pêk anîn û bi rêya telofonê li S.B. geriyan, nasnameya wan diyar bû. 9 kes di Cotmeha 2013'an de hatin binçavkirin. S.B. ew kes teşhîr kirin, 3 ji wan hatin girtin, ên din bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.