AMED - Piştî Serokê AKP'a Liceyê Orhan Mercan hat kuştin, 28 kes hatibûn binçavkirin, 12 ji wan hatin berdan.
Di 1'ê Tîrmehê de li navçeya Licê ya Amedê Serokê AKP'a Licê Orhan Mercan hatibû kuştin, di heman rojê de li navenda Amedê û navçeya Licê 28 welatî hatibûn binçavkirin, 12 kes serbest hatin berdan. Di serî de nûçegîhanê Ajansa DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Behçet Bayhan, Hevseroka DBP'a navçeyê Berna Yîgîtel, Hevseroka HDP'a navçeyê Salîme Zîngîl, Erdal Yildirim, Mahsum Atak, Îsmaîl Delîdere, Metîn Karadag, Fesîh Gozen, Tarik Çaytaş, Eyup Yumak, Şahîn Şahîn û Umît Demîrok bi fermana dozger serbest hatin berdan.
16 kes hên di bin çavan de tên ragirtin.