AGIRÎ - Qereqola Cendirmeyan a Gîhadînê bangî 2 welatiyan kir û ew binçav kirin.
Li navçeya Gîhadînê ya Agiriyê Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê bangî welatiyên bi navê Abdullah Ozden (53) û Hanîfî Zorbay (42) yê ji gundê Taşkesenê ya herêma Kanîspiyê kir ku bên qereqolê. Welatiyên çûn qereqolê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin.
Hat gotin ku der barê 12 kesan de biryara binçavkirinê hatiye derxsitin, piştî bi telefonê bangê Ozden û Zorbay kirin, hatin binçavkirin û hat aşkerakirin ku dê sibê wan derxin dozgeriyê.