RIHA – Baroya Rihayê xwest ku cihê ku Seîdî Nursî lê hatiye definkirin bê aşkerekirin û kesê cenazeyê wî perçe kirine bên darizandin.
Bi pêşengiya Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Rihayê nûnerên saziyên civaka sivîl bi boneya cenazeyê Seîdî Nursî li platoya amfî tiyatroya Balikligolê li hev kom bûn. Baro û nûnerên saziyan aşkera kir ku di 12'ê Tîrmehê de gora Nursî hatiye vekirin û cenazeyê wî hatiye revandin, xwest ku cihê gora Seîdî Nursî bê aşkerakirin.
Endamê Komîsyonê Nurullah Kuçukoglu têkildarî mijarê de axivî û wiha got: “Beriya wefata Seîdî Nursî 35 sal li hember zindîbûna wî tehamûl nekirin. Van kesên ku ev tecrîdê pêk anîne, li tu devera cîhanê sûcekî wiha nehatiye dîtin. Li hember cenazeyê wî jî tehamulî nahate nîşandan. Piştî cenazeyê wî hat definkirin 111 roj şûn ve hat windakirin. Gora wî hat perçekirin. Em dixwazin şûna cenazeyê wî hîn bibin û bila bê aşkerekirin. Bila kiryarên vê pêkanînê derbixin pêşberî darazê. Em li benda wîjdanê raya giştî ne û daxwaz dikin ku ev cih bê tespîtkirin.”