HDP: Dixwazin rejîma faşîzan mayînde bikin

ENQERE – HDP'ê bal kişand ser guhertina tuzuka navxweyî ya li Meclisê û ev tişt got: "Bi vê gavê dixwazin Rejîna Erdogan bi cih bikin û faşîzmê sazîwar bikin"

Dê îro li Meclisê civîna tuzuka navxweyî tê dîtin, Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê der barê vê rewşê de daxuyanî da û destnîşan kir ku Tuzuka Navxweyî ya ku wekî makeqanûnê tê dîtin, bi hevkariya koalîsyona AKP-MHP'ê tê xwestin bê guhertin û wiha hat gotin: "Ev pêşniyara Tuzuka Navxweyî ya ceberût, makeqanûna qedexeyî jî binpê dike. Tişta ku derbekar Kenan Evren di 12'ê Îlona 1980'an de kir, derbekarên 20'ê Tîrmeha 2016'an jî dixwazin wê bikin."

HDP'ê destnîşan kir ku ew dê pêşniyara guhertina Tuzuka Navxweyî tu carî qebûl nekin û dê helwesta xwe ya li dijî wê berdewam bikin.